Sala perwerdeyê li herêma Cizîrê bi belavkirina karnameyan qediya

Rêveberiya Dibistanan a Herêma Cizîrê karnameyên dawiya sala perwerdeyê 2018-2019`an li hezaran xwendekarên seretayî, navîn û amadehî belav kirin.

Di dawiya sala perwerdeyê ya 2018-2019`an de Rêveberiya Dibistanan ya navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo karname li tevahiya xwendekarên her sê astên xwendinê belav kir.

13 hezar û 968 xwendekar ji her du zayandan ve ji her du pêkhateyên Ereb û Kurd derbasî ezmûnên dawiya salê li gel pergala nirxandinê ya ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk diyar kiriye, ji her sê astên xwendinê seretayî, navîn û amadehî re bûn

Di navçeya Tirbespiyê de 105 dibistanên seretayî, 38 navîn û 11 amadehî hene.

Piştî ku xwendekar pergala nirxandinê û ezmûn derbas kir, xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin. Rêjeya serkeftinê li ser asta navçeyê gihaşt ji sedî 80 ji hejmara xwendekaran.

Li navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo karname li 11 hezar û 500 xwendekarî hate belavkirin.

Sala perwerdeyê ya 2018-2019`an li tevahiya herêmên Cizîrê bi awayekî balkêş pêşde çûye, bi taybet piştî temamkirina materyalan ji tevahiya xwendekarên dibistanên navçe û kantonan.

Hevserokê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Til Hemîsê Xelîl Osman got: "Sala perwerdeyê ya 2018-2019`an bi pêşwazîkirina hejmarên mezin ji xwendekaran destpê kir. Hejmara wan gihaşt 11 hezar û 500 xwendekar. Nirxandin di navbera baş û zor baş de bû. Asta hindek xwendekaran lawaz bû, lê bi şopandinê re rewşa wan baştir bû."

Girêdayî materyal Osman got: "Di sala 2017`an de materyal ne temam bû, lê di sala perwerdeyê de ya 2018-2019`an ev tişt hate derbaskirin û materyal bi temamî li tevahiya dibistanan belav bû. Dewma dibistanên navîn û seretayî di 9-5-2019`an de bi dawî bû û karname li xwendekaran hatin belavkirin. Refa 10 jî di 14-5-2019`an de  bi dawî bû."

Hesekê

Îro Rêveberiya Dibistanan a bajarê Serêkaniyê yê Kantona Hesekê karname li 20 hezar û 675 xwendekatên asta seretayî, 2 hezar û 10 asta navîn û 191 asta amadehî yên dibistanên Serêkaniyê û bajarokên girêdayî wê belav kirin.

Di bajarê Serêkaniyê de û bajarokên girêdayî wê 120 dibistanên seretayî, 20 navîn û 2 amadehî hene.

Endamê rêveber ê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Mihemed Haco Roja Zimanê Kurdî ya ku dikeve 15`ê Gulanê, li tevahiya mamosteyên zimanê Kurdî û xwendekaran pîroz kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din