Salek di ser kuştina Bexdadî re… şerê li dijî DAIŞ û hevkarên wê bi tiştekî tenê bi dawî dibe!

Bajarê Reqayê anku paytexa çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin û DAIŞ di aliyê erdnigariyê de têk çû. Salekê beriya niha serçeteyê DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî hate kuştin, piştre cîgirê wî hate kuştin. Lê DAIŞ bi dawî nebû. Berovajî wê li cihên ku artêşa Tirk lê heye, serçete û endamên DAIŞ'ê jî hene.

Çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de wekî pêtek ji agir xwe berdan Sûriye û Iraqê, piştî artêşên Sûriyê û Iraqê reviyan, DAIŞ'ê gelek dever ji van her du welatan dagir kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê ji derbasbûna bi hezaran çeteyên biyanî yên ku di navbera DAIŞ û Cebhet El-Nusra de hatin dabeşkirin, ji deriyê sînor ê Sûriyê-Tirkiyê sûd wergirt.

Ev yek di gelek raporên îstixbaratê û ragihandinê de piştrast bû. Malpera Nordic Monitor a Swêdê ya ku bi mijarên îstîxbaratê eleqedar dibe, du rapor belav kirin û di wan de destnîşan kirin ku Ajansa Îstîxbarata Leşkerî ya Amerîkayê di raporeke veşartî de ku di Hezîrana 2016'an de hatibû weşandin bi bîr xistiye ku Tirkiye û Qeter destekê didin Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê.

Her wiha belgeya koordîneya di navbera îstixbarata Tirkiyê û komên tundraw ên li Sûriyê bi taybet DAIŞ û Cebhet El-Nusra de eşkere kir. Di wê belgeyê de agahiyên berfireh li ser rewşa çeteyên li Sûriyê bi Cebhet El-Nusra ku hejmara wan digihêje hezar û 400'î, hatin destnîşankirin.

Di rapora Nordic Monitor de hate destnîşankirin ku Cebhet El-Nusra piştre navê xwe guhert, kir "Heyet Tehrîr El-Şam". Her wiha diyar kir ku têkiliyeke xurt di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de heye.

Ev belge tiştên ku di raporên berê yên îstîxbarata Hollandayê de hatin parvekirin, piştrast dike. Di raporên îstîxbarata Hollandayê de tê eşkerekirin ku DAIŞ'ê xaka Tirkiyê wek zemîna stratejiya perwerdekirina çeteyan bi kar anî. Her wiha bi hezaran alîgirên DAIŞ'ê ji Sûriyê di sînorê Tirkiyê re derbasî Ewropayê bûn.

Dîsan li gorî agahiyên ku di raporê de hatin parvekirin, endamên MÎT'a Tirk bi awayekî asayî bi çeteyên DAIŞ'ê re dicivin û wesiyetên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji DAIŞ'ê re têne veguhastin.

7'’ê Tebaxa 2014'an serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê wê demê, Barack Obama şerê li dijî DAIŞ'ê li Iraqê ragihand û di 10'ê Îlonê de êrişên li dijî DAIŞ'ê li Sûriyê dan destpêkirin. Piştre bi beşdarbûna zêdeyî 20 dewletan ‘Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê’ hat avakirin.

Piştî 3 salan ji şer û reva çeteyan, 9'ê Kanûna 2017'an, serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî bidawîbûna şerê li dijî DAIŞ'ê ragihand.

23’yê Adara 2019'an, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piştî rizgarkirina bajarokê Baxozê yê Dêrazorê, têkçûna DAIŞ'ê ragihand.

Tevî vê yekê QSD, artêşa Iraqê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê teqez kir ku xetereya DAIŞ'ê hîna li ser cîhanê heye.

Piştî têkbirina DAIŞ'ê di aliyê erdnîgariyê de, fermandarên wê li herêmên din ên Sûriyê yên ku Tirkiyê dagir kirine, hatin dîtin. Ev yek dide nîşandan ku xetereya vegera çalakiyên DAIŞ'ê an jî avakirina komeke din mîna wê lê bi navên din heye.

26’ê Cotmeha 2019'an, artêşa Amerîkayê piştî ku bi koordîneya QSD'ê îstîxbaratê wergirtin, operasyonek pêk anî û lîderê çeteyên DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî yê ku li Idlibê li cihekî ji aliyê nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê ve dihat birêvebirin, kir hedef.

Koalîsyona Navneteweyî li herêmên Tirkiyê dagir kirine, gelek operasyon li dijî serçeteyên rêxistinên terorîst pêk anîn.

Ya herî dawî di 24'ê Cotmehê bû, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (Sentcom) di daxuyaniyekê de ragihand ku "hêzên Amerîkayê êriş birin ser komek rayedarên payebilind ên El-Qaîdeyê li Sûriyê ku li Idlib, nêzîkê sînorê Tirkiyê civiyabûn."

HEVKARIYEKE XURT

Lêkolînerên Misirî û pisporê kar û barên tevgerên îslamî û rêxistinên tundraw û terora navndewletî Munîr Edîb li ser mijarê got: "Koalîsyona Navneteweyî gelek mîr û fermandarên rêxistinên tundraw ên ji nasnameyên cuda li cihên ku Tirkiyê serwer kirine, kirin hedef. Ev yek dide diyarkirin ku tevkarî û peywendiyeke xurt di navbera hikumeta Tirkiyê û mîrên van rêxistinan de, di serî de DAIŞ'ê de heye."

Edîb diyar kir ku Tirkiyê destek dida vê rêxistinê û hîna jî destek didê û wiha domand: "Dibe ku ev destek rasterast eşkere be û dibe ku aliyek hebûna wê û dabînkirina hembêzekê jê re veşêre. Tirkiyê ji demeke dirêj ve bi taybet di 29'ê Tîrmeha 2019'an dema ku rêxistina tundraw dewleta xwe ragihand vê hembêzgehê amade dike. Di encamê de pê de di kirîna petrolê de dan û standin kir, her wiha derbasbûna hin fermandar û çekdaran di rêya pira Girê Spî ji bo Sûriyê vedişart."

'DI NAVBERA DEWLETA TIRK Û RÊXISTINÊN TUNDRAW DE PEYMAN Û PROJE'

Edîb îşaret bi hebûna çeteyên DAIŞ'ê li herêmên Tirkiyê dagir kirine kir û wiha pê de çû: "Hebûna emîrên van rêxistinan li deverên di bin kontrola Tirkiyê de, bi taybet herêma ku Ebû Bekir El-Bexdadî û hevjîna wî û hin alîkarên wî lê hatin hedefkirin, îsbat dibe ku Tirkiyê ev rêxistin ava kiriye û piştgiriya wê dike û wê ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn bi kar tîne. Bi taybetî peyman ji fikr û projeyên van rêxistinê û fikir û projeyên Tirkiyê hene xîlafeta Osmanî ya ku Tirkiyê bi nav dike xîlafeta Îslamî ya ku rêxistinên tundraw bi nav dikin, ava bikin."

DEWLETA TIRK DIJMINAHIYA KURDAN Û QSD’Ê DIKE’

Edîb diyar kir ku dewleta Tirk di dagirkirina xaka Sûriyê û dijminahiya Kurd de li beramber piştevaniya rêxistinên tundraw berdewam e. Bi taybet helwesta Kurd a li dijî van rêxistinên tundraw ji bo parastina vê xakê tund e. Ji lew re dûrketin û cihêrengî di projeyan de heye. Projeyek ji bo piştevaniya rêxistinên Îslama Siyasî ya bi serêkêşiya Tirkiyê heye, li aliyekî din jî projeyek li hember van rêxistinan heye, ew jî projeya Kurd û QSD’ê ye. Ev jî sedema sereke ye ku hikumeta Tirk êrişî QSD’ê dike.

GEFXWARINA TERORÊ JI IDLIBÊ GIHÎŞTE NAVERASTA EWROPAYÊ’

Têkildarî piştevaniya dewleta Tirk ji DAIŞ’ê û terorê re, Edîb wiha got: "Ev yek derfeta li hember terora cîhanî yan jî yên parzemînan derbas dikin kêm dike. Bi wê re xeterî ne tenê li ser herêma Rojhilata Navîn û Afrîkayê ye, lê belê xeterî li ser tevahî Ewropa û DYA’yê jî heye."

Ebîd da zanîn ku xwendekarekî terorîst (18) mamosteyek li Fransayê serjê kir. Ev xwendekar, li gorî lêpirsînan, têkiliya xwe bi DAIŞ’iyên li Idlibê re hebû ku dewleta Tirk DAIŞ’iyên li wir bi rê ve dibir. Ev piştrastkirineke girîng e ku bandora vê terorê li ser cîhanê mezin e. Tişta ku dewleta Tirk ji piştevaniya terora li Sûriyê, Reqa û Idlibê dike dê bandorê li ser ewlehiya Ewropayê bike.

Edîb destnîşan kir ku li naverasta Ewropayê kesek ku ji ber têkiliya bi serçeteyekî vê rêxistinê re bandor bûye, êrişeke mezin pêk anî. Ev gef dê bigihine naverasta Ewropayê û dê xetereyeke mezin ava bike.

‘JI BO SEKNA LI HEMBER TERORÊ DIVÊ DESTPÊKÊ LI HEMBER TIRKIYÊ BÊ SEKINANDIN’

Munîr Edîb wiha piştrast kir: "Em niha li ser bandora dewleta Tirk a li ser xebata li dijî terorê naaxivin. Lê belê em gihaştine merheleyekê ku dewleta Tirk piştevaniya terorê dike. Heke me xwest bi cidî li hember terorê bisekinin, di destpêkê li hember dewleta Tirk bisekinin. Ji ber ew ava jiyanê û nefesê ji van rêxistinên tundraw re dabîn dike."

Têkildarî xebata şerkirina terorê Edîb got divê civaka navneteweyî bi cidî li hember terorê bisekine û kaxizan ser û binî hev neke. Ji ber teror çi kesên nûnertiya wê dike çi rêxistin an jî dewlet divê li hember wê bi hêz bê sekinandin. Dibe ku berjewendiyên DYA’yê yên siyasî û dîplomasî bi dewleta Tirk re hebin. Lê belê divê berjewendiya giştî di destpêkê de be û di ser tevahî berjewendiyên dîtir re be.

Edîb got: "Divê Koalîsyona Navneteweyî li hember tevgerên geşekirina hebûna rêxistinên tundraw bisekine. Ji ber ew rêxistin bi lez zêde dibin. Ji lew re divê sekneke realîst, bihêz û lez hebe.

Sekna li hember rêxistinên tundraw û dewletên piştevaniya wan dikin, bi taybet dewleta Tirk, divê bi qutkirina piştevanî û têkbirina hembêzkera wê be. Ev yek jî, ji bilî sekna li hember Tirkiyê û têkbirina xewna wê ya avakirina dewleta DAIŞ’ê çi li herêmê yan jî heta li Afrîkayê dibe, ne pêkan e."

Lêkolînerê misirî û pisporê kar û barên tevgerên îslamî, rêxistinên tundraw û terora navneteweyî Munîr Edîb wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Bi vê yekê em dikarin bibêjin me ev tevger têk birin û tevgera dewleta Tirk lawaz kir. Bi wê re jî em dikarin dem û cihê têkbirina van rêxistinan an jî şaneyên ferdî yên ku hê jî li herêmên rizgarkirî mîna Reqa, Mûsil an jî paytexên ereb, Afrîka û cîhanê hene, diyar bikin."

Lêkolînerê Enstîtuya Pargîdaniya Amerîkî (AEI) Michael Rubin got: "Piştgiriya Tirkiyê ya ji berpirsên DAIŞ'ê û hembêzkirina wan mijarek e ku ji hemû dezgehên îstîxbaratê re eşkere ye. Lê tevî vê yekê gelek dîplomatên alîgirên Tirkiyê dixwazin vê yekê înkar bikin. Înkarkirina têkiliyên Tirkiyê bi terorê re mîna înkarkirina giloverbûna erdê ye."

Rubin bi domdarî got: "Dema ku Erdogan di 2003'yan de bû serokwezîr, gelek analîstan go, wî ramanên xwe yên tundraw tune kirine, ji rabirdûya xwe ders girtiye û pragmatîktir bûye, lê pragmatîzm tenê xapandinek bû. Piştî girtina wî bi demeke kin dît ku pêwîstiya wî bi guhertineke teknîkî û bi awayekî plankirî û hêdî ya berbelavkirina fikrên xwe heye da ku rêyeke zelal ji bo ferzkirina bîrdoziya xwe ava bike.

Ev ajanda ne tenê olî ye, di heman demê de kesên ku di hundir de ne girêdayî xeta Îxwan El-Mislimîn bin û ji wê zêdetir ji piştgiriya komên olî yên tundrawî yên li derve ne amade bin, efû nake. Çawa Qraltiya Erebistana Siûdî di navîna duyemîn a sedsala 20'an, îro di sedsala 21'an de Tirkiyê dînamîka terorê ye û wê berpirsê mirina bi sedan mirov ji ber tundiya olî li tevahî cîhanê be."

'DIVÊ TIRKIYE WEK DEWLETA PIŞTEVANÊ TERORÊ WERE DESTNÎŞANKIRIN'

Rubin anî ziman ku divê Tirkiye wek dewleta ku destekê dide terorê were destnîşankirin û wiha dom da axaftina xwe: "Bi navê dewletên yekbûyî dikarim biaxivim divê dewleta Tirk di nav dewleta piştevanê terorê dikin de were binavkirin. Divê em li lîsteya terorê ya Partiyên Karkerkên Kurdistanê vegerin, ji bo ku em nas bikin bê ka ew an komên girêdayî wê bi rastî pênaseya Amerîkayê ya ji komên terorîst re îfade dike. Lê heke ne wisa be, divê em hemû cezayên aborî û siyasî li ser van koman rakirin."

Michael Rubin di dawiya axaftina xwe de got: "Dewletên Yekbûyî ne endamê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ye, lê divê welatên ewropî jî bifikirin ku ji Dadgeha Tawanan a Navneteweyî bixwazin ku dadgeha tawanên şer li dijî Recep Tayyîp Erdogan bi tawana paqijkirina etnîk li Sûriye û deverên din bihesibîne."

ANHA


Mijarên Din