Salek di ser rizgarkirina Baxozê re derebas bû, xeteriya DAIŞ hîna heye

Salek beriya niha QSD‘ê têkçûna DAIŞ‘ê li Baxozê ya gundewarê Dêrazorê ku baregeha dawî di destê wê de mabû ragihand. Piştre pêngaveke nû ya têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê dest pê kir. Nîşaneyên derketine îsbat dike ku xeteriya DAIŞ‘ê li gel hebûna zêdetirî 6 hezar DAIŞ‘î di girtîgehan û 19 hezar 225 malbatên wan di kampan de  hîna berdewam e.

Di dîroka 23‘ê Adara 2019‘an Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê bi merasîmeke girseyî li Heqil Umer ê bakurê rojhilatê Dêrazorê serkeftina leşkerî ya li dijî DAIŞ‘ê li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê ragihand ku devera dawî ya ku di destê DAIŞ‘ê de mabû.

Di daxuyaniya ragihandinê de Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî gotibû: "Em ji raya giştî ya cîhanê re radighînin ku pêngaveke nû ya şerê li dijî terorîstên DAIŞ‘ê dest pê dike, da ku hebûna leşkerî ya veşartî ya şaneyên wê bi temamî tune bikin ku xeteriya wê li ser herêmên me û cîhanê hîna berdewan e."

Ebdî her wiha destnîşan kiribû ku QSD‘ê 5 milyon kes, 52 hezar km2 ji xaka Sûriyê ji DAIŞ‘ê rizgar kir.

Lîderê çeteyên DAIŞ‘ê Ebû Bekir El-Bexdadî di dawiya Cotmeha 2019‘an de bi operasyoneke hevbeş a navbera QSD û Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê Idlibê ku di bin serewirya çeteyên Tirkiyê de bû hate kuştin.

DAIŞ ÇAWA DERKET?

Dîroka derketina DAIŞ‘ê li Iraqê vedigere sala 2003‘an û dema ku Ebû Miseb El-Zerqawî rêxistina "Cîhad û Tewîd" di Îlona 2003‘an de ava kir.

Rêxistina behsa mijarê di gelek pêvajoyan re derbas bû ta "Dewleta Iraq a Islamî" di sala 2006‘an bi serkêşiya Ebû Umer El-Bexdadî hate ragihandin. Piştî kuştina Ebû Umer El-Bexdadî di sala 2010‘an Meclisa Şêwirî Ebû Bekir El-Bexdadî wekî emîrê nû hilbijart.

Bi destpêka Buhara Erebî û belavbûna wê li Sûriyê El-Bexdadî ev yek wekî fersendeke mezin dît da ku derbasî Sûriyê bibe û ferman da çeteyên xwe yên li Sûriyê da ku şaxekî rêxistina El-Qaîde lê ava bikin. Navê rêxistinê piştre bû "Cebhet El-Nusra".

Di 9‘ê Nîsana 2013‘an Tora "Şimûx Islam 56" peyama deng a El-Bexdadî weşand ku tê de tevlêkirina Cebhet El-Nusra û Dewleta Iraq a Islamî di bin navê "Dewleta Islamî ya Iraq û Şam" an ku DAIŞ‘ê ragihadn.

Piştî vê ragihandinê DAIŞ‘ê di destpêka sala 2014‘an dest bi dagirkirina xaka Iraqê kir, Felûca, Remadî, Musil û Tekrît dagir kirin. Di destpêka sala 2013‘an bajarê Girê Spî yê Bakurê Sûriyê û 2014‘an Reqa, Eyn Îsa, Minbic, beşek ji Dêrazorê dagir kirin, di 15‘ê Îlona 2014‘an de berî da Kobanê.

LÎ KOBANÊ TÊK ÇÛ

Ji ber hovîtiya DAIŞ û asta kiryarên ku pêk dianîn, li Iraqê û hin derverên Sûriyê tu hêz li hemberî wê nesekinî. Li Kobanê berovajî vê yekê derket, di encama  berxwedana bêhempa ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku 134 rojan dewam kir cara yekem DAIŞ têk çû û yên man ji Kobanê reviyan. Bi vê yekê rê li ber têkçûna DAIŞ li Sûriyê û Iraqê vebû.

Her wiha berxwedana Kobanê hişt ku hêzên navdewletî di şerê li dijî DAIŞ‘ê de destpêbikê. Di vê çarçoveyê de bi beşdarbûna 79 dewletan koaslîsyoneke navnetewî di 11‘ê Îlona 2014‘an de hate avakirin.

Bi avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10‘ê Cotmeha 2015‘an de koalîsyonê destek da vê hêzê ji ber ku ya herî rêxistinkirî û li dijî DAIŞ‘ê ya herî bi hêz bû.

Piştî Kobanê, avakirina QSD‘ê nuqteya duyemîn a binkeftina DAIŞ‘ê li Bakur  û Rojihlatê Sûriyê ye. Ji dîroka damezirandina QSD‘ê rêze serkeftinên li dijî DAIŞ‘ê ji Holê, heta Şedadê, Minbic, Tebqa, Dêrazorê û gundewarê bakurê bajarê Dêrazorê pêk hatin. Bajarokê Baxozê baregeha dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di destê DAIŞ‘ê de mabû û di 23‘ê Adara 2019‘an hate rizgarkirin.

BAXOZ ŞAHIDÊ TÊKÇÛNA DAIŞ‘ê YE

Bajarokê Baxozê girêdayî herêma Bûkemal ê bejahiya bajarê Dêrazorê ye, li qiraxa rojhilatê çemê Firatê ye. Ev der bi qasî niha nedihat naskirin, ji ber ku bû şahidê binkeftina DAIŞ‘ê .

SERKEFTINA LEŞKERÎ NAYÊ WATEYA BI DAWÎBÛNA DAIŞ

Piştî rizgarkirina Baxozê, Hêzên Sûriya Demokratîk û ragihandina Kurdî, Erebî û Rojavayî ragihandin ku serkeftina li dijî DAIŞ‘ê li qada leşkerî de nayê wateya bidawîbûna wê û xeteriya wê û amaje bi îdeolojiya wê, malbat û çeteyên wê yên girtî kir.

DAIŞ LI PEY XWE 19 HEZAR Û 225 MALBAT HIŞT

Li Sûriyê DAIŞ beriya ku bikeve bi hezaran azar û tundî, îdeolojiya ku di mejiyê zarokan de çandiye, jin  û çete ku hîna li cîhanê û Sûriyê belav bûne  hişt. Her wiha bi hezaran çete yên girtî û bi hezaran malbatên wan ên di kampê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de (Hol û Roj) hiştin.

Berpirsa hêzên ewlehkariyê ya kampên malbatên DAIŞ‘ê Eylûl Rizgar ji ANHA‘ê re axivî û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê me kampên taybet ji bo malbatên çeteyên DAIŞ‘ê (Hol û Roj) veqetand da ku rê li ber xeteriya wan bigirin û nehêlin DAIŞ careke din derkeve."

Eylûl destnîşan kir ku hejmara malbatan gihaştiye 19 hezar û 225’an û ev malbat ji 53 dewletên ereb, rojavayî û Asyayê ne.

Eylûl Rizgar bal kişand ku ji destpêka rizgarkirina Baxozê ve tevgera jin û zarokên DAIŞ yên di kampan de nesekinîne û wiha domand: "Hin ji wan hewl didin birevin. Hindek din malbatan rêxistinê dikin û beşek din hewl didin ji malbatên ku diwazin ji fikirê DAIŞ‘ê xilas bibin hesaban ji wan dixwazin, an bi kuştin an jî êşkencekirinê wan ceza dikin.”

Eylûl anî ziman ku pêwîst e dawî li xeteriya di nava kampê de were û dewletên eleqedar berpirsyartiyên xwe bi cih bînin welatiyên xwe yên DAIŞ werbigirin an jî dadegheke navdewletî ji bo darizandina wan ava bikin.

JI RIZGARKIRINA BAXOZÊ VE 40 DAIŞ HATIN KUŞTIN, 137 HATIN GIRT

Ji destpêka ragihandina binkeftina DAIŞ‘ê çalakiyên QSD û Koalîsyona Navnetewî yên li dijî şaneyên veşartî nesekinîn da ku nehêlin carek din xwe komî ser hev bike û dest bi êrişên li ser herêmê bikin.

Lê dewleta Tirk ji bo van hewldanan asteng bike bi êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destek da DAIŞ û wan di nava "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" de bi rêxistin kir da ku armancên xwe di herêmên de pêk bîne.

Ji destpêka pêvajoya nû ya şerê li dijî DAIŞ‘ê li Sûriyê anku piştî rizgarkirina Baxozê, fermandarê Hêzên Antî- Teror ên di nava QSD‘ê de Mezlûm Hesen diyar kir ku hêzên wan sala borî rexmî hemû astengiyan 83 çalakiyên taybet pêk anîn. Di van çalakiyan de zêdetirî 137 DAIŞ’î hatin girtin û 40 kes jî hatin kuştin.

Hesen îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 9‘ê Mijdara 2019‘an de dest pê kir û diyar kir ku êriş bandorek neyînî di şerê li dijî DAIŞ‘ê kir .

Mezlûm Hesen destnîşan kir ku êrişên Tirkiyê hêvî da çeteyên DAIŞ‘ê ji bo ku careke din derkeve û got: "Hemwextî me êrişên wan şaneyên bi awayekî mezin li herêmên Reqa, Dêrazor û Tebqayê dît.”

19 HEZAR GIRTIYÊN DAIŞ`Ê  XETERIYÊ LI XER CÎHANÊ ÇÊDIKIN

Dema bihara gelan dest pê kir, DAIŞ`ê tenê 700 çeteyên xwe hebûn û  bi  wan parçeyên mezin ji Sûriyê û Iraqê dagir kirin. Lê niha 19 hezar DAIŞ`î li cem QSD`ê girtîne. Di vê derbarê de berpirsê girtîgeha DAIŞ`iyan Rûbar Hesen anî ziman ku li vir  12 hezar DAIŞ`iyên sûrî, 5 hezar çeteyên  iraqî û hezar çeteyên biyanî  ku ji 55 dewletên biyanî hatine hene.

Rûbar got: "Ji destpêka avakirina QSD`ê û heta niha ev çete di encama operasyonên me dane destpêkirin û nexasim di pêngava dawî ya li dijî DAIŞ`iyên li bajarokê Baxozê hatine girtin."  Rûbar Hesen piştrast kir ku tevî DAIŞ`ê di girtîgehê de ne lê dîsa jî her çend rojan hewldana revê û protosto dikin, li gel vê yekê bi êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çeteyan hîn zêdetir hewldana revê kirin.

METIRSÎ JI EDEOLOJIYA DAIŞ‘Ê HEYE

Mijara darizandina çeteyên DAIŞ‘ê di rojeva raya giştî ya cîhanê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne. Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir ku, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD‘ê bi awayekî asayî banga girîngiya çareserkirina vê dosyayê dikin, beriya ku ji kontrolê derkeve, bi taybet piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê.

QSD‘ê 11‘ê Cotmeha 2019‘an bi daxuyaniyek nivîskî ragihandibû ku 5 çeteyên DAIŞ‘ ji ber hedefkirina artêşa Tirk a dagirker ji girtîgehan, reviyan.

Dewletên Ewropa û hin yên Asyayê wergirtina welatiyên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de red dikin. Amerîkayê jî nasname ji welatiyên xwe yên tevli DAIŞ‘ê bûne vekişand. Hin dewletên din hewl didin di bin navê qanûnên welêt de mîna "Fransa, Belçîka, Almanya û Swêdê" ji vê wergirtina welatiyên xwe direvin.

Hiqûqnas diyar dikin ku dewletên eleqedar ji berpirsyartiyên xwe direvin û destnîşan dikin ku ev yek dê ji DAIŞ‘ê re bibe destek da ku xwe ji nû ve di nava kamp û girtîgehan de ava bikin. Hiqûqnas dibêjin ku divê dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina DAIŞ‘ê were avakirin.

Hiqûqnas Rîma Berekat li ser mijarê dibêje, dewletên ku wergirtina welatiyên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de li Sûriyê  ditirisin ku zihniyeta tundraw li welatên wan belav bibe, ji ber vê yekê ji vê berpirsyartiyê direvin.

Hiqûqnas Rewda Xelîl jî got ku, çareseriya herî guncaw a ji bo rêgirtina li ber xeteriya DAIŞ‘ê avakirina dadegeheke navdewletî ji bo darizandina DAIŞ‘iyan e û ji nû ve perwerdekirina malbatên wan e.

Li pêşberî rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya derbarê girtiyên DAIŞ‘î yên di girtîngehên Rêveberiya Xweser û QSD‘ê de bêdengiya navdewletî û desteka şermok serwer e. Tevî bangewaziyên domdar li welatan da ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de werbigirin  û avakirina dadgehek ji bo darizandina wan lê heta niha bersiv nehatiye danîn.

Bi êrişên  dewleta Tirk ên li ser herêmê de dibe ku xeteriya wan ji kontrolê derkeve.

ANHA


Mijarên Din