​​​​​​​Salek di ser Sochiyê re derbas bû, tu garantiya Rûsyayê li hember sûcên Tirkiyê tune ye

Rûsya ji Cotmeha borî de bi dewleta Tirk re peymanek li ser garantiya ewlehiya herêmên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îmze kir. Lê tevî wê Moskov sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji topbaran, qutkirina rêya M4 û qutkirina avê li ser şêniyan, paşguh dike.

Belavbûna polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê li seranserî eniyên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya beriya salekê, nikarî sûc û kiryarên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan rawestanda

PEYMANA SOCHÎ

Ji bo pêkanîna lihevkirinên Sochiyê ya di navbera Vladimîr Pûtîn û Recep Teyyîp Erdogan de ku di 22’yê Cotmeha 2019’an de pêk hatiye, QSD ji tevahî sînorê bi Tirkiyê re bi rûbera 32 km vekişî kûrahiya xaka Sûriyê. Ew yek jî tenê ji bo hincetên dewleta Tirk nemînin û herêmên dîtir dagir neke.

Lê hêzên hikumeta Şamê li herêmên Cizîr û Firatê li seranserî eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re belav bûn.

Ji bendên peymanê, dewriyeyên leşkerî yên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê li seranserî sînor tevî helîkopterên Rûsyayê pêk bên. Lê bajarên Qamişlo, Kobanê û Dêrik ne di nava wê bendê de ne ku dewrî lê bigire.

 ‘GEL DEWRIYE RED KIR, LÊ ARTÊŞA TIRK GULE LI GEL REŞAND’

Di 1’ê Mijdarê de dewriyeya hevbeş a yekemîn a polîsên leşkerî yên Rûsya û dewleta Tirk li gorî lihevkirinên Sochiyê, li gundewarên Dirbêsiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Gel li gundewarên Kobanê, Dirbêsiyê û Dêrikê ev dewrî red kirin. Gel kevir diavêtin panzerên leşkerî yên Tirk û nehiştin di nava gundan re bigerin. Ji ber dewleta Tirk di êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî û Efrînê de bû sedema gelek qurbaniyan.

Lê di dema nerazîbûn û redkirina gel a dewriyan de leşkerên dewleta Tirk a dagirker pêlî sivîlan dikir û gule diavêt şêniyan. Di encamê de li kantona Kobanê 4 şênî birîndar bûn, jê 2 jî rojnameger in. Her wiha li gundê Dêrna Axa yê li nêzî Dêrikê di encama redkirina gel a dewriyê de şêniyekî ji ber pêlîkirina panzerên Tirk jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

 ‘BOMBEBARANÊN FIROKEYÊN BÊPÎLOT BERDEWAM IN’

Şantajên dewleta Tirk ên li pêş çavên garantorê rûsî pêk tên, ranewestîn. Dewleta Tirk a dagirker malên sivîlan, navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi rasthatina dewriyeyan re, gelek caran bombebaran kirin.

Di 23’yê Hezîrana îsal de, dewleta Tirk a dagirker malek li gundê Helincê yê Kobanê bombebaran kir, di encamê de 3 jinên Kurd şehîd bûn. Li aliyekî din jî beriya wê bi çend hefteyan firokeya bêpîlot a dewleta Tirk a dagirker Navenda Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombebaran kir.

Di topbarana Hezîrana îsal a li bajarokê Dirbêsiyê yê herêma Cizîrê de 6 kes birîndar bûn, jê jî 3 leşkerên Rûsyayê bûn.

Bombebarana dawiyê jî li nêzî bajarê Dêrikê li gundê Mezrê bû. Di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

 ‘GUNDEWARÊN LI ENIYÊN ŞER ŞAHIDÊN SÛCÊN DEWLETA TIRK IN’

Her tim gundê Qirunful ê li eniya şer û herêmên di navbera kantonên Girê Spî û Kobanê de ku hêzên hikumeta Şamê lê belav bûne, rastî topbaranên dewleta Tirk tên. Di encama wan topbaranan de 2 kes şehîd bûn û 3 sivîl ji malbateke birîndar bûn.

Lê di 28'ê Tîrmeha îsal de dewleta Tirk a dagirker gundê Qort Wêran ê bakurê rojavayê Minbicê topbaran kir, di encamê de ji malbatekê 6 sivîl şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker rojane bi rêya sekvanî yan jî çekên giran, gundên Rêhaniyê, Reşîdiyê, Xalidiyê, Hoşan, Til Tewîl, Ezîziyê, Qasimiyê, Dibis, Şergirak, Erîşa, Kenahir û Um Kêf topbaran dike. Ev gund li seranserî rêya M4 ya Eyn Îsa û Til Temirê bi hev ve girê dide.

Di mehên borî de, dewleta Tirk a dagirker gelek caran bajarokê Şiyox, gundewarên; Boraz, Qenaya û Zor Mexar ên rojavayê Kobanê topbaran kirin.

 RÊYA MIRINÊ

Rêya M4 a ku rêya herî girîng a bazariyê li Bakurê Sûriyê ye, bû rêya mirinê. Ji ber dewleta Tirk rojane wê rêyê topbaran dike.

Dewleta Tirk rêya bazirganî ya ewle ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerand rêya dojehê, her wiha ajokar û şêniyên ku rojane di wir re diçin û tên metirsîdar in.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk rojane ajokar û gundewarên li ser seranserî rêya M4 a ku Til Temir û Eyn Îsayê bi hev ve girê dide, hedef digirin.

Li gorî serjimariyan, li ser rêya M4 heta niha 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 7 jî birîndar bûne.

‘DEWLETA TIRK LI DIJÎ HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ AV KIRIYE ÇEKEK’

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elokê ya di bin serweriya wan de gelek caran li ser zêdetirî nîv milyonên şêniyên Hesekê qut kir. Bi wê re jî dewleta Tirk karesateke mirovî çêkir.

Li gel wê jî dewleta Tirk rêjeya ava çemê Firatê kêm kir. Bi wê re di 4 mehên borî de karesateke din çêkir. Li gel wê kêmbûna ava vexwarinê li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê karesat anî, saetên kehrebeyê kêm bûn û berhema çandiniyê li seranserî çemê bi dirêjahiya 500 km kêm bû.

‘RÊVEBERIYA XWESER JI RÛSYA XWEST LI BERAMBERÎ SÛCAN BERPIRSIYAR BE’

Tevî garantiya Rûsya ya ku bi peymana bi QSD’ê re derbasî herêmê bûye û divê şantajên dewleta Tirk ên li dijî şêniyan rawestîne, lê hejmar berovajî wê yekê ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rasthatina êrişên leşkerî li nêzî bajarokê Eyn Îsayê ya li ser rêya M4 bang li aliyên çavdêr kir ku di serî de jî Rûsya û DYA’yê li beramber berpirsiyarên xwe yên têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

 ‘ŞERMEZARKIRINÊN NAVNETEWEYÎ YÊN SÛCÊN DEWLETA TIRK LI SÛRIYÊ’

Komseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê di 18’ê Îlona îsal de der barê sûcên şer û binpêkirinên dîtir ên derveyî qanûnê ku komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê pêk tînin, hişyarî da.

Komseriya Bilind piştî rapora Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya di 14’ê Îlonê de derxistiye, hişyarî da. Komîteya Lêpirsînê cara yekê dewleta Tirk têkildarî bikaranîna wê ya çeteyên sûrî li herêmên dagirkirî ya pêkanîna sûcên şer tawanbar kir.

Nûnerê Amerîkayê yê berê yê taybet bi Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Brett McGurk bi twittekê piştrast kiribû ku vekişîna Amerîkayê ji hin herêmên Bakurê Sûriyê yên ku dewleta Tirk serweriya wan kirine,  hişt ku sûcên qetilkirin, revandin, dizîn û koçberiya bizorê pêk werin. Brett McGurk par di dema pêşkêşkirina îstîfaya xwe de piştrast kiribû ku dewleta Tirk hişt ku 40 hezar DAIŞ’iyên ku ji 110 dewletên cîhanê di navbera 2014-2016’an de hatibûn, derbasî Sûriyê bin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din