Salih Mislim: Rûsya berpirsê paşdeçûna çareseriya siyasî li Sûriyê ye

Salih Mislim ji ajansa Bloombergê re raber kir ku roleke neyînî ya Rûsyayê li Sûriyê heye ku Kurd mafên xwe bi dest nexin. Mislim tekez kir ku Rûsya li pişt perdeyan bi Tirkiyê re li ser girêbestan li hev dike.

Berdevkê Fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim bi rêya telefonê ji ajansa Bloomberg a DYA’yê re got: "Me hêviyên mezin ji Rûsyayê dikirin. Di dema hatina Sûriyê de, me pêşbînî dikir ku kiryarên fişarkirinê li dijî rejîmê pêk bîne da ku çareseriya siyasî bipejirîne."

Ajansê bal kişand ser ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi piştevaniya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, rola wan a mezin di rizgarkirina welat ji rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst hebû. Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sewreriya rûpîvaneke kêmî nîviya welat dike.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di sala 2015’an de da ku li rex rejîmê bisekine, dest di krîza Sûriyê werda û xwe wek navgîneke sereke û berdevkê rejîmê piştî ragihandina rêveberiya Trump a vekişîna hêzên DYA’yê ji Sûriyê, dît.

Pûtîn, zextê li serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dike ku têkiliyên xwe bi rejîma El-Esed re ku Enqere dijber disekine, ji nû ve vegerîne da ku nakokiyên der barê xwesteka Tirkiyê ya avakirina herêma ewle de di hundirê Sûriyê de pêk bîne.

Mislim bersiva pirsa der barê mayîna Washingtonê li Sûriyê de red kir û wiha got: "Ji salekê heya 2 salan dê bimînin. Heke DYA û koalîsyon hebe, ev tê wateya dê ewletir bin. Dê êrîş û topbaranên hewayî yên ku Tirkiye pêk tîne, qedexe bike."

Li gorî ku Mislim daye zanîn ku Kurdên Sûriyê gelek pêşniyarên der barê avakirina rejîmeke siyasî ya nenavendî li Sûriyê ji Rûsya re di meha Kanûnê de pêşkêş kirine. Lê tevî sozên Moskovê yên nîqaşkirina bi Şamê re, rejîmê tu bersiv nedan.

Salih Mislim der barê navbeynkariya Rûsyayê ya di navbera Sûriye û Tirkiyê de wiha axivî: "Ev yek metirsiya Kurdan sivik nake. Xebata nêzbûna bi Tirkiyê re dikin û hewl didin Tirkiyê razî bikin.

Her wiha Pûtîn zextê li Erdogan dike da ku bihêle êrîşa leşkerî ya berfireh li dijî çeteyên ku serweriya parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê dikin, pêk bîne.

(fr)


Mijarên Din