Salih Muslim: Dive rola  Rêber Apo neyê paşguhkirin

Salih Muslim destnîşan kir ku di çareserî û aramiya Sûriyê û Rojhilata Navîn de divê rola pozîtîf ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê paşguhkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinên 22‘yê Gulanê ku bi muwekîlê  xwe re pêk anî bûn û di 26‘ê Gulanê de ragihandin. Ocalan di daxuyaniyê de bang li çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê kir ku çalakiya xwe bi dawî bikin. Di heman daxuyaniyê de Ocalan got ku, heger derfet çêbibe wê rolekî erênî di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê de jî bileyîze.

Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd li Sûriyê jî, got, “Pirsgirêka Kurd divê di hundirê Sûriye de çareser bibe. Derfet hebe ez ê di yekitiya Sûriyê de pirsgirêkên Kurd jî têde hemû pirsgirekên Sûriyeyê rolek erênî bilîzim. Ez ê bi fikir û pêşniyarên xwe yên çareseriyê pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikim. Divê mafên bingehîn ên Kurd û gelên din di destûra bingehîn de bên parastin.”

Tekildarî peyama Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di der barê Sûriyê de, Berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim axivî û got ku: “Li Sûriyê û Rojhilata Navîn rola erênî ya Rêber Apo xwesteka me ye jî.”

Salih Muslim di destpêka axaftina xwe de ji bo berxwedana ku bi pêşengtiya Leyla Guven hat meşandin diyar kir ku, di dîrokê de berxwedanên wiha kêm hatine dîtin û wiha pêde çû: “Ev berxwedan hişt ku dewleta Tirk zagonên xwe pêk bîne.”

‘Têkoşîna me ji bo ewlehiya projeya netewa demokratîk e‘

Muslim diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ewlehiya mafên gelan esas digre û got: “Paradîgmaya Rêber Apo mîrateyek ji gelê Rojhilata Navîn re ye. Ji ber wê jî gelê Rojhilata Navîn Rêber Apo wekî rêberê gelan pênase dikin. Em jî li ser paradîgmaya Rêber Apo dimeşin. Ji bo wê jî projeya netewa demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşketiye divê ewlehiya wê bê kirin. Her wiha mafên gelan jî li vir dibin di gerantiyê de be. Têkoşîna me ji bo vê ye. Peyama ku Rêber Apo dide jî di vê çarçovê de ye.”

‘ Rola erênî ya Rêber Apo xwesteka me ye‘

Muslim teqez kir ku calan di çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de rolek pozîtîf dê bilîzê û wiha dewam kir: “Heger derfet çêbibe û aliyên pirsgirêkê jî vê bipêjirênin ez texmîn dikim ku Rêber Apo wê rolek aktîf di çareseriya pirsgireka Sûriyê de bilîzê. Di çareseriya pirsgireka Sûriyê de hemû dewlet li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Ev jî bûye sedem ku ti çareserî pêk neyê. Lê Rêber Apo bi fikrê xwe yê demokratîk, pêşniyar û nêrînên xwe dikarê rewşê biguherînê.”

‘Ji bo çareserî û aramiyê divê rola Rêber Apo paşguhnekin‘

Muslim tekildarî nêrînên Ocalan ji bo çareseriya pirsgirekên Sûriyê wiha axivî: “Di çalakiyên li dijî tecrîdê de diyar bû ku, dilê gelê Kurd li Îmralî ye. Rêber Apo tiştek çewt nabejê ku ev gel wiha wî himbêz dike. Yên ku bi rastî çareserî û aramî ji Sûriyê û Rojhilata Navîn re bixwazê divê rola pozîtîf ya Rêber APO paşgih neke.”

‘Tirkiyê hesasiyetan binpê dike‘

Salih Muslim anî ziman ku Tirkiyê hesasiyetên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpê dike û got: “Di hesasiyetan de divê pîvanên Tirkiyê hebin. Ji berê de em hesasiyêtên Tirkiyê li berçav digirin. Me êrîşî ti dewletan nekiriye û dijminatî nepejirandiye. Yên ku her xwe parastin em in. Di nêrîna min de ev peyama Rêber Apo ya der barê hesasiyetên Tirkiyê de ku anî ziman di heman demê de ji bo Tirkiyê jî peyamek e. Di mêjiyê Tirkiyê de hêjî ‘Kurdê baş kurdê miriye’ cîh digre. Divê ev mejî bê guhertin û rêz ji vîna gelê Kurd re bê girtin. Êrîş, dagirkerî û gefên dewleta Tirkiyê li Efrînê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê berçave ku dewleta Tirkiyê hesasiyetan binpê dike.”

ANHA 


Mijarên Din