​​​​​​​Salvegera 3`yemîn a dagirkeriyê..li Efrînê sûcên dagirkeran û durûtiya Rûsya didomin

Ji roja yekemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê ve ku di Çileya 2018'an de bi erêkirina Rûsyayê dest pê kirin, dewleta Tirk sûcên şer û sûcên dermirovî li kantona dagirkirî didomîne. Îro Rûsya careke din rê dide dewleta Tirk ku herêmên din ji cografiya Sûriyê dagir bike.

20'ê Çileyê salvegera 3'yemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê ye. Di vê dosyayê de em ê balê bikşînin ser lihevkirina di navbera aliyên ku destwerdanê di kar û barên Sûriyê de dikin, ku bûn sedema dagirkirina Efrînê, sûcên dewleta Tirk ên piştî dagirkirinê, guhertina demografîk û berxwedana şêniyên Efrînê yên hatina koçberkirin li hemberî planên dagirkeriyê.

EFRÎN Û ALOZIYA SÛRIYÊ

Efrîn li bakur rojavayê Sûriyê dikeve, li rojavayê wê Lîwa Iskenderon û Çemê Reş e, li bakurê wê xeta tirênî ya li Meydan Ekbes e, li rojhilatê wê deşta Ezaz (Sehil Ezaz) û li başûr Çiyayê Semian dikeve.

Di pêvajoya aloziyê Sûriyê de ya di Bihara 2011'an de dest pê kir, ji ber şerê desthilatê yê di navbera hikumeta Şamê û opozîsyonê de piraniya bajar û herêmên Sûriyê wêran bûn.

Lê herêmên Rojava û di nav de Efrînê ji ber ku xeta sêyemîn hilbijart ewlehiya xwe parast û bû spartgeha bi sedhazaran şêniyên ku ji ber şer reviyane, bi taybet şêniyên bajarê Helebê û gundewarên wê. Herêma Efrînê ya ku di encama siyasetên hikumeta Şamê yên di dirêjahiya 40 salî de hatibû paşguherkirin, bû meqseda bi hezaran mirovan.

500 hezar şêniyên Efrînê yên ji ber şerê li Helebê reviyane û şêniyên ji herêmên din ên Sûriyê koçber bûne, li Efrînê bi cih bûn.

Bi destpêkkirina aloziya Sûriyê re, êrişên komên çete yên desteka xwe ji dewleta Tirk digirin li ser Efrînê ranewestiyan. Di sala 2012'an de komên çete wekî DAIŞ, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û komên dîtir ên navê sultanên Osmanî li xwe kiribûn, êrişî Efrînê kirin û herêm dorpêç kirin.

Êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi ragihandina Rêveberiya Xweser re di 29'ê Çileya 2014'an de zêdetir bûn. Li beramberî vê dewleta Tirk dest bi lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de kir. Hemwextî lêkirina dîwar, dewleta Tirk bi rêya lêkirina dîwar û desteserkirina erdên welatiyan parçeyên ji herêmên sînorî dagir kir û hêzên xwe li ser sînor bi cih kir.

BAZARA TIRKIYE-RÛSYA

Şerê desthilatdariyê yê di navbera hikumeta Şamê û kesên navê opozîsyonê li xwe dikin ku navenda wan li Tirkiyê de, rê li ber destwerdanên derve û dagirkirina Sûriyê vekir. Di encama destwerdana Rûsya ya di dawiya Îlona 2015'an de planên dewleta Tirk ên dagirkirina tevahî bakur heta rojava û rojhilatê Sûriyê û tevlêkirina wan herêman li xaka Tirkiyê, hatin derbkirin, ku dewleta Tirk her tim behsa nexşeya Tirkiyê ya li gorî mîsaqa Millî ya ji Sûriyê heta Iraqê, dikirin.

Destwerdana Rûsya, dewleta Tirk neçar kir ku armancên xwe li Sûriyê ji "Hilweşîna rejîmê" veguherîne tunekirina hebûna kurdên li Sûriyê. Li ser wê yekê destpêka sala 2017'an dest bi lihevkirinanên bi navê Astaneyê bi Rûsyayê re kir, piştre jî Îranê tevlê bû. Her sê aliyan ji vê lihevkirinê sûd digirtin. Rûsya û Îranê ji vekişîna çeteyên Sûriyê ji herêmên Sûriyê û vegeradina serweriya hikumetê li herêmê sûd girtin. Tirkiyê jî xwest ku sûdê ji tunekirina kurdan û projeya demokratîk û Rêveberiya Xweser a ji  pêkhateyên herêmê bigire.

Di Gulana 2017'an de, Rûsya, Tirkiye û Îran di çarçoveya lihevkirinên Astanayê de, li ser avakirina "Herêma bêçek" li hev kirin. Ev herêm ji Idlib, parçeyên ji Heleb, Lazîqiyê û Humisê pêk dihat, armanc ji vê lihevkirinê ew bû ku hêzên hikumeta Şamê bi tenê şerê çeteyên Tirkiyê bikin û wan tune bikin. Li ser vî esasî Rûsya û dewleta Tirk dest bi pêkanîna peymanê kirin.

Yek ji peymanên di navbera Rûsya û Tirkiyê de, peymana "Xûtaya Şamê li beramberî Efrînê " bû. Li gorî wê lihevkirinê komên çete yên li Xûtaya rojhilat a Şamê ji bo Idlibê hatin veguhestin û niştecihên Xûtayê bûn qurbanî. Li beramberî wê yekê Rûsya destûr da dewleta Tirk da ku Efrînê dagir bike.

18'ê Çileya 2018'an anku beriya êrişên li ser Efrînê bi du rojan, wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û serokê MÎT'ê Hakan Fîdan bi serokerkanê Rûsya Valeri Gerasimov û wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Shoigu re li paytexta Rûsya Moskovê civiyan.

Tirkiyê ji Rûsya xwest ku pergala parastina asîmanî ya "S-400" yên li baregehên xwe yên Himîmîm û Lazîqiyê bigire, bi vê yekê rê ji balafirên şer re hate vekirin ku li ser Efrînê bigerin.

Di encama vê lihevkirinê de, Rûsya di 20'ê Çileyê de hêzên xwe ji herêma Efrînê vekişand û ber bi Til Rifetê ve şandin. Bi vê yekê dewleta Tirk 25 hezar çete û bi hezaran leşkerên xwe li ser sînorê Efrînê kom kirin û dest bi êrişên asîmanî û bejahî li ser Efrînê kirin.

EFRÎN Û KERKÛK

Êrişên li ser Efrînê encamên bazara Rûsya û Tirkiyê ye, her wiha di çarçoveya planekê de pêk hatin ku gelê Kurd ên li ser xaka wan ya dîrokî dijî bike hedef. Tevgera rizgariya Kurdistanê roleke mezin di eşkerekirina rastiya pergalên kapîtalîst ên li dijî gelên herêmê û xapandina gelan de lîst. Di şerê li dijî DAIŞ'ê de gelek têgînên şaş ku di mêjiyê niştecihên herêmê de hatibûn çandin, eşkere kirin. Tevgerê roleke sereke di rizgarkirina gelên herêmê ji Kerkûk heta Hewlêrê û ji Mexmûrê heta Şengalê û Sûriyê û di şerê li dijî DAIŞ'ê de, lîst.

Çavdêrên siyasî, bûyerên li li Efrînê rû dane bi bûyerên li Kerkûkê û hevkariya PDK'ê ya bi dewletên neteweyî yên ku Kurdistan dagirkirine ve, girê dan. Tevî nepeydabûna merc û zemînên guncaw û tevahî hişyarkirina aliyên kurdî û redkirina hêzên herêmî û navneteweyî jî, PDK'ê îsrar kir ku li Başûrê Kurdistanê referandomê pêk bîne. PDK'ê bi vê gavê rê li ber dagirkerên Kurdistanê vekir da ku ji nû ve dest deynin ser herêmên kurdan.

Di encamên wê yekê de, di 16'ê Cotmeha 2017'an hêzên Iraqê û Heşid Şabî yên ku desteka xwe ji Îranê digirin êrişî Kerkûkê kirin da ku li herêmê serwer bin û nehêlin ku fikirê azadiyê di nava gelên herêmê de belav bibe.

Têkildarî mijarê, Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê herêma Efrînê Mihemed Reşîd dibêje: "Bûyerên li Efrînê rû dan û yên li Kerkûkê girêdayî hev in. Axaftina li ser Kerkûkê bûyerên li Efrînê rû dane tîne bîra min. Siyasetên ku li herêmên dagirkirî rû didin heman siyaset in û dikevin çarçoveya guhertina demografiya herêmê, siyasetên plankirî yên valankirina herêman ji niştecihên wê yên resen, planên siyasî yên aliyên atîkv in û ji bo guhertina têgehên rastîn in."

JI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ DUYEMÎN VE BÛUEREKE BI VÊ RENGÎ NEQEWIMIYE

Roja Şemiyê 20'ê Çileya 2018'an, saet di 16:22'an de, asîmanê kantona Efrînê bû mîna meydana pêşbirka balafirên şer. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên asîmanê dest pê kir, 72 balafir li ser herêmeke ku rûpîvana wê 3850 km2  e rakirin. Ji şerê cîhanê yê duyemîn ve bûyereke bi vê rengî neqewimî ye.

KOMKUJÎ Û SÛCÊN ŞER

Ji roja yekemîn a êrişan ve, dewleta Tirk a dagirker komkujî li dijî sivîlan pêk anîn. Di roja yekemîn de li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewayê komkujiyek pêk anî, di encamê de 9 sivîl şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn. 26'ê Çileyê li navenda navçeya Mabatayê komkujiyeke din pêk anî û 7 sivîl şehîd bûn.

Her wiha li gundê Gubelê yê navçeya Şêrewayê komkujiyeke din pêk anî, di encamê de 18 sivîl şehîd bûn, di nav de 4 ji malbatekê bûn û 7 sivîl birîndar bûn. Li gundê Şiketa yê navçeya Şiyê jî 5 sivîl şehîd bûn.

Navçeya Cindirêsê jî ji komkujiyan nefilitî, di êrişeke bi balafirên şer ku berbanga 26'ê Sibatê li gundê Yalanqozê pêk anîbû 5 sivîl şehîd bûn û di komkujiyeke din de ku li navenda navçeya Cindirêsê hatibû pêkanîn 13 sivîl şehîd bûn.

Li navenda bajarê Efrînê jî gelek komkujî hatin kirin. Di komkujiyekê de, di nav de 4 zarok bi giştî 7 sivîl şehîd bûn û 17 jî birîndar bûn. Di komkujiyeke din de ku li taxa Mehmûdiyê pêk hatibû 20 sivîl şehîd bûn.

Nexweşxane jî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker nefilitîn. Di 16'ê Adarê de nexweşxaneya Avrîn bi balafiran hate bomebebarakirin, di encamê de zêdetirî 16 sivîl û di nav de zarok ku dihatin dermankirin, şehîd bûn.

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya kantona Efrînê, di 58 rojên êrişê de 257 sivîl şehîd bûn, jê 45 zarok, 36 jin û 176 mêr. Her wiha 742 sivîl, di nav de 113 zarok, 113 jin û 516 mêr birîndar bûn.

HER DER WÊRAN BÛ

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de ku tevahî qanûnên navneteweyî binpê kir, her dever kir hedef, du navendên Heyva Sor a Kurd li Cindirêsê û Recoyê kirin hedef û her du ji xizmetê derketin.

Her wiha mizgefta Selahedîn a li navenda navçeya Cindirêsê ya herî kevin ku di sala 1961'an de hatibû avakirin, kir hedef. Her wiha mizgefa gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya di sala 1985'an de hatibû avakirin û Goristana Şehîd Seydo ya li bajarokê Kefer Sefrê yê Cindirêsê jî kirin armanc.

Di heman demê de jêdera avê "Bendava Meydankê" ya ku ava vexwarinê dida şêniyên Efrînê, pompa ava vexwarinê ya li gundê Metîna yê Şerayê, kaniyên gundê Celemê û pompa bajarokê Kefer Sefrê kirin hedef.

Artêşa Tirk a dagirker di êrişan de ji 318 dibistanan, 68 dibistan bi temamî rûxandin. Di 29'ê Çileyê de devera dîrokî ya Eyn Dara û Nebî Hûrî bi tamamî wêran kir. Bi vê yekê 3 deverên dîrokî yên ku di lîsteya UCESCO'yê de ne wêran kirin. Dîsa mezarên êzidiyan, yek a Elewiyan, dêrên kevn ên Xiristiyan, mezar û mizgeftên kevn ên Misilmanan rûxandin.

Dewleta Tirk, piştî dagirkirina Efrînê sûcên li dijî şûnwaran domandin. Li gorî Gerînendeya Şûnwaran a Efrînê, li herêma Efrînê nêzî 75 girên kevn hene, piraniya wan di çalakiyên kolandin û derxistina şûnwarên wê de hatin xirabkirin û şûnwarên wê derbasî Tirkiyê hatin kirin.

Li gorî gerînendiyê, zêdetirî 28 deverên dîrokî û zêdetirî 15 mezarên olî yên hemû mezheb û olên herêmê hatin xirabkirin. Her wiha gelek goristan hatin kolandin û yek jê veguherandin sûka sewlan.

BERXWEDANA GEL

Ji kêliya destpêkê ya êrişan ve, şêniyan Efrînê xwe bi rêxistin kirin û hemû beşdarî "Berxwedana Serdemê" bûn.

Şênî ji gundên xwe derneketin, her kes li gorî hêza xwe li hemberî êrişên dagirkeriyê sekinî.

Bi ragihandina seferberiya giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dijwarbûna êrişan re, bi sed hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriyê berî dan kantona Efrînê û bertekên xwe li hemberî êrişan û bazara Rûsya û Tirkiyê ya li ser hesabê gelê Sûriyê nîşan dan. Her wiha şêniyên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û şaneyên Başûrê Kurdistanê, rêxistinên siyasî, civakî û olî berî dan kantona Efrînê û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û piştgiriya xwe ji Berxwedana Serdemê re nîşan dan.

Wê demê, endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçer got: "Tirkiyê destûra êrişan ji Rûsyayê girt, ku hevkara wê di dabeşkirina xaka Sûriyê de ye, em vê yekê qebûl nakin."

Koçer her wiha got: "Wekî projeyeke demokratîk armanca me ne parçekirina xaka Sûriyê ye, lê armanca me avakirina civakeke yekbûyî li Sûriyeke demokratîk e. Ji ber vê yekê êriş li ser Efrînê têne kirin."

DESTANÊN BERXWEDANÊ

Gelê Efrînê bi sivîl û şervanên xwe li hemberî êrişên giran berxwedaneke efsanewî raber kirin. Dewleta Tirk a dagirker li gelek girên ku şer lê hebû, bi dehan balafir bi kar anîn da ku wan giran birûxîne û dagir bike, mîna Girê Qestel Cindo, Şêxûrzê, Hemam û Kevirê ker.

Ji mînakên vê berxwedanê; Di 27'ê Çileyê de li gundê Hemam ê Cindirêsê, şervana Hêzên Antî-teror Avêsta Xabûr, li nêzî tanekeke dagirkeriya Tirk çalakiyeke fedayî pêk anîn û xwe teqand. Avêsta bi çalakiya xwe tank îmha kir û dagirkerên tên de bûn, hatin kuştin.

Her wiha Barîn Kobanê bi çeka xwe ya ferdî şerê artêşa Tirk a dagirekr û çeteyên wê kir. Barîn ji nuqteya xwe ya li gundê Qurnê yê Bilbilê bi guleya dawî derket û di destpêka meha Sibatê de şehîd bû. Dagirkeran ji ber kîna xwe, bi cenazeyê Barîn lîstin, ku ew sûc wekî deqeke reş li eniya mirovahiyê bû.

Her wiha têkoşer Eylan Kobanê 22 hevalên xwe ji dorpêça li ser navçeya Cindirês xilas kirin. Şehîd Eylan di 8'ê Adarê de çalakiyeke fedayî li dijî dagirekran pêk anî.

Fermandarê YPG'ê Karker Êriş qebûl nekir ji Efrînê derkeve, bi çeka xwe li hemberî teknelojiyaya pêşketî ya dijmin, li ber xwe da û di 18'ê Adarê di êrişa asîmanî de şehîd bû.

Ji bilî van, bi dehan şervan û sivîlan destanên lehengiyê û fedayî nivîsandin.

QONAXA DUYEMÎN A BERXWEDANA SERDEMÊ

Gelê Efrînê yê berxwedêr 58 rojan di bin êrişên dijwar de li ber xwe da, ne tank û ne jî balafirên dewleta Tirk dikarîn vîna gelê Efrînê bişkînîn. Ev berxwedan bi tîpên zêrîn hate nivîsandin. Gelê Efrînê li hemberî duyem mezinkirîn hêza NATO'yê 58 rojan bi çekên sivik li ber xwe da. Heger dewleta Tirk çek, balafirên amerîkî û tank ji NATO'yê negirtibana, nedikarî Efrînê dagir bike.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrîn ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku rêxistinên navneteweyî di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) xizmeta berjewendiyên hêzên mezin dikin. Hêzên mezin ên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin hîna li hemberî sûcên şer û sûcên dermirov yên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê bêdeng in.

Ji ber hevkariya navneteweyî ya bi dewleta Tirk re û ji bo parastina şêniyan ji komkujiyan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de bang li şêniyan kir ku ji Efrînê derkevin û ber bi kantona Şehbayê ve biçin, da ku li nêzî Efrînê bin û berxwedana xwe bidomînin. Bi vê yekê qonaxa duyemîna Berxwedana Serdemê dest pê kir.

Şêniyên Efrînê bi Kurd û Erebên xwe ber bi Şehbayê ya nêzî Efrînê ve derketin, ev yek nameya domandina berxwedanê li hemberî dagirkeran e.

Tevî êrişên rojana yên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca tirsandina şêniyan û neçarkirina wan ku ji herêmê derkevin, her wiha tevî ambargoya ku hikumeta Şamê li ser wan ferz kiriye ku rê nade madeyên xwarinê, derman û sotemanî derbasî herêmê bibin, şêniyên Efrînê 3 sal in li Şehbayê li ber xwe didin.

Ruxmî delîl û belgeyên sûcên şer û sûcên dermirovî yên dewleta Tirk jî, lê civaka navneteweyî bêdengiya xwe didomîne.

EFRÎN Û 3 SAL JI DAGIRKIRINÊ

Piştî bazara qirêj a di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku di encamê de Efrîn hate dagirkirin, bajar ji bo şêniyên ku lê mane veguheriye dojehê.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, di 3 salên dagirkirina Efrînê de zêdeyî 400 hezar kesên biyanî li gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin, piraniya wan malbatên çeteyên Tirkiyê ne.

Li kêleka guhertina demografîk, navên qadên navenda bajarê Efrînê hatin guhertin, mînak: navê qada ‘Azadî’ veguherandin qada Ataturk, navê çerxerêya ‘Newroz’ kirin Selaheddîn, navê çerxerêya ‘Wetenî’ kirin 18'ê Adarê, navê çerxerêya ‘Kawayê Hesinkar’ jî veguherandin çerxerêya Çiqilê Zeytûnê. Her wiha navê gundê ‘Qestel Miqdad’ veguherandin Selûcq Obasî, gundê ‘Kotana’ veguherandin Zafir Obasî û navê gundê ‘Kurzêlê’ kirin Cafer Obasî.

Her wiha navên deverên stratejîk ên bi zimanê kurdî bi navên osmanî guhertin, alên dewleta Tirk hildan û wêneyên Erdogan li her cihî daliqandin. Li aliyekî din zimanê tirkî li dibistanan ferz kirin û ala dewleta Tirk li ser cilê xwendekaran danîn.

SÛC

Sûcên dagirkeran ên li dijî niştecihên resen ên Efrînê didomin. Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, di 3 salan de zêdetirî 7 hezar û 343 sivîl hatin revandin, çarenûsa nêvê wan kesan ne diyar e, piraniya kesên hatine revandin Kurd in.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, 5 rewşên xwekuştina jinan û 68 bûyerên tecawizê belge kirin. Li gorî sûcên ku rêxistinê belge kirine, di 3 salên dagirkirinê de zêdetirî 604 sivîl hatin hatin qetilkirin, di nav de 82 di bin êşkenceyê de hatine qetilkirin.

Sûcên dagirkeran bi qetilkirina mirovan sînordar neman, di heman demê de  xwezayê jî dikin hedef. Di 3 salan de zêdetirî 314 hezar û 400 dar hatin birîn û bazirganî bi êzingên wan hate kirin. Her wiha zêdetirî 11 hezar darên zeytûnan û darên dîtir hatin şewitandin, zêdetirî nêvî rûbera çandiniyê ku zêdeyî 11 hezar hektar bû, hate şewitandin.

RIZGARKIRINA EFRÎNÊ ERKA PÊŞÎN E

Rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran, ji xebatên sereke yên ên QSD'ê ye, her wiha dosyaya sereke ya MSD û Rêveberiya Xweser e ku di qadên navneteweyî de nîqaş dikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê Mezlûm Ebdî bi boneya sala nû ya 2021'an de li ser twîttera xwe got: " Vegera şêniyên Efrînê yên resen ji Efrînê re û derxistina biyaniyan, navnîşana xebatên me ye. Erka civaka navnetewî ye ku binpêkirin û sûcên şer ên ku rojane li Efrînê têne kirin, bi dawî bike."

SIYASETA RÛSYA NAYÊ GUHERTIN

Siyasta Rûsya û hikumeta Şamê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zelal e. Heman siyaset piştî dagirkirina dewleta Tirk herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta roja me ya îro jî didome. Ev yek di êrişên li ser Eyn Îsa, Zirgan û Til Temirê de eşkere dibe. Rûsya derfetê dide dewleta Tirk a dagirker ku êrişan pêk bîne û herêmên din, bi taybet ên li ser rêya M4 dagir bike.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di daxuyaniyekê berê de li gel ANHA'yê gotibû: "Rûsiyê sûdê ji êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê digire. Hewl dide hikumeta Şamê li tevahî xaka Sûriyê serwer bike. Rûsya hewl dide me bitirsîne da ku îradeya ma têk bibe û QSD'ê ji herêmê derxe. Rûsya bi domdarî van provakasyonan dike da ku li herêmên me serwer be."

Çiya Kurd her wiha gotibû: "Rûsya bi awayekî yekser berpirsa dagirkirina Efrînê bû."

ANHA


Mijarên Din