Salvegera 5‘emîn a rizgarkirina  Til Temîsê hate pîrozkirin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo salvegera 5‘emîn a rizgarkirina navçeyê ji çeteyên DAIŞ‘ê pîroz kirin.

Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo salvegera 5‘emîn a rizgarkirina navçeyê ji çeteyên DAIŞ‘ê ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê hate pîroz kirin. Şêniyên navçeyê, endamên sazî û meclis, hêzên leşkerî û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî şahiyê bûn.

Şahî li qada stada şehîdan a navçeya hate lidarxistin. Qada şahiyê bi wêneyên şehîdên Til Hemîsê, alên QSD, YPJ û YPG, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê hatibû xemilandin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Holê Aras Til Nasir di şahiyê de axivî û got: "Hêzên mêtînger komplo li dijî gelê me plan kirin, lê gelê me li hemberî mêtîngeran hevgirtina xwe çêkirin û serkeftina madî û manewî qezenc kirin."

Aras soz da şervanên li eniyên şer û dayikên şehîdan ku dê xeta şehîdan dewam bike.

Di berdewama şahiyê de hevserokê Buroya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef anî ziman "Bi saya şehîdan em li vir şahiya serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ‘ê li dar dixin."

Bi navê Meclisa Kantona Qamişlo, endama meclisê Selma Xelîl şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got bi saya wan serkeftin pêk hatine. Selma bang li tevahî gelên herêmê kir ku di bin bane netewa demokratîk de destek bin.

Ji rûspiyên eşîra Amûd ê Qebîlaya Şemer, Ehmed  El-Şetî jî ev tişt anî ziman: "Em îro salvegera rizgarkirina Til Temîsê ji terorê pîroz kirin a ku ji tevahî cîhanî hatiye. Bi saya keda şehîdan herêm ji terorê rizgar bûn û biratiya gelan hate çandin."

Piştî hunermend Mehmûd Şerabî stranê li ser QSD û Rêber Abdullah Ocalan gotin.

Piştre lîstekek bi navaê navenda Çand û Hunerê ji aliyê lîstikvan Abdulqadir Ebûd bi navê "Şer ji me ye" hat pêşanda.

Şahî bi gerandina dîlanan li ber stamen hunermend Mûeyed Şiwêş bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din