​​​​​​​Salvegera damezirandina PYD'ê li Helebê hate pîrozkirin

Li Helebê bi şahiyeke salvgera 17'emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hate pîrozkirin.

PYD'ê ya şaxê Helebê bi diruşmeya "Bi yekitiya demorkatîk em ê dagirkeriya têk bibin, rêveberiya xweser pêş bixin û Sûriyeke demorkatîk ava bikin", salvegera 17'an a damezirandinê pîroz kir.

Şahî li qada Şehîdan a beşê rojavayê  taxa Şêxmeqsûdî hate lidarxistin.  Şêniyên taxê, di nav de nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Rojîn Mûsa, endama Desteya Rêveber a PYD'ê Hediya Yûsif, hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk- Buroya Helebê Mirai Şibilî, endama rêveber a Kongreya Star Emîna Xidro û bi navê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mustefa Horo axivîn.

Di axafinan de salvgera damezirandina PYD'ê hate pîrozkirin û hate diyarkirin ku PYD'ê ya xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hemû pêkhateyan di nav xwe de digire.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser siyasetên hikumeta faîst ên û hate bi bîrxistin ku PYD'ê di nava mercên zehmet û komployên li dijî gelê Kurd de hate avakirin, gelek kadroyên wê ji aliyê hikumetên faşîst hatin girtin û şehîdxistin. Lê partiyê dikarî astengiyan ku li pêşiya wê derdiketin derbas bike.

Di axaftinan de banga yekitiyê û xwedî derketina li nirxên şehîdan hate kirin.

Şahî bi çalakiyên hunerî yên komên navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horor bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din