Salvegera damezirandina Weqfeya Newroz hate pîrozkirin

Kurdistaniyên Lubnanê salvegera 5`an a damezirandina Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî pîroz kir.

Bi boneya salvegera 5`an a damezirandina Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî îro şahiyek li Beyrûtê bi tevlibûna bi dehan ji kurdistaniyan li dar ket.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre seroka Weqfeyê Henen Osman axivî û salvegera damezirandina weqfeyê li kurdistaniyên Lubananê pîroz kir. Henen tekez kir ku weqfe ji dema damezirandin ve û heya niha kedeke bêhempa dide da ku kurdistaniyan li Lubnanê bi rêxistin bike û çalakiyan ji bo vejandina çand û zimanê Kurdî li dar dixe. Her wiha têkiliyan di navbera her du gelên kurdî û lubnanî de xurt dike.

Şahî bi pêşendana sinevizyonek girêdayî kar û çalakiyên weqfeyê berdewam kir. P iştre beşdaran xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî yên kurdî gerandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din