Salvegera Meclisa Sivîl a Reqayê hate pîrozkirin

Duyemîn salvegera damerandina Meclisa Sivîl a Reqayê bi dirûşmeya  " Bi hev re ber bi jiyaneke hevbeş û nimûneyî ve" bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Meclisa Sivîl a Reqeya bi boneya salvegera duyemîn a damezrandina meclisê şahiyek li avahiya meclisê lidar xist. Endamên meclis, nûnerên partiya Pêşerojê ya Sûriya, endamên Meclisa Jinên Sûriyê(MSD), fermandarên QSD`ê, hejmarek mezin ji şênî, şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û Tebqayê di şahiyê de amade bûn.

Qada şahiyê bi alên saziyên sivîl, leşkerî, sloganên meclisê, wêneyên şehîdên azadiyê û şehîd Omer Elûş ê ku ji damezrînerê meclisê bû hat xemilandin.

Şahî bi rezgirtinê dest pêkir, paşê ser navê Meclisa Sivîl a Reqayê hevserokê Meclisê Mişleb El-Derwîş, bi navê Saziya Malbatên Şehîdan ji endamên meclisê Fatima Îsa, ser navê Rêveberiya Jinên Reqayê yek ji endaman Cîhan Hesen, ji fermandarên QSD‘ê Nûrhan Kobanê axivîn.

Kesên axivîne salvgera damezrandina meclisê pîroz kirin û gavên meclisê di her aliyan de avêtine destnîşan kirin. Her wiha hemû şehîdên azadiyê û şehîdên meclisê bi taybet şehîd"Omer Elûş" ê ku ji damezrînerê Meclisa Sivîl a Reqayê bû, bi bîr anîn û soza şopandina rêya hemû şehîdan û heta pêkanîna armancên wan dan.

Di axaftina bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê de hate gotin ku meclis dê bi hemû hêza xwe xebatên xwe dewam bike û li gorî baweriya ku şêniyan daya wê bin.

Nûrhan Kobanê diyar kir ku serkeftinên hatine bidestxistin berhemên xwîna şehîdan e û soz da ku ew ê herêmên bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, biparêzin.

Piştî axaftinan hevserokê Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Îbrahîm Hesen rapora xebatên salekê yên meclisê xwend.

Di dawiya şahiyê de koma stranên gelerî yên Reqayê stran gotin, beşdaran jî li ber stranan govend gerandin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din