Salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê li Helebê bi coş hate pîrozkirin

Li Helebê jî salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate gotin: "Guleya yekemîn a ku fermandar Mahûsm Korkmaz (Egîd) teqand bingeha şoreşên li Rojhilata Navîn ên li dijî hêzên faşîst bû."

Bi sedan şêniyên Helebê bi dirûşmeya "Bi rihê 15`ê Tebaxê em ê Efrîn rizgar bikin" salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li gundê Bino yê herêma Şiqêf pîroz kir.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin, piştre endama Kongreya Star Amîne Xidro axivî, salvdgera Pêngava 15'ê Tebaxê li hemû pêkhateyên gelê Rojhilata Navîn pîroz kir û got, dem hatiye ku azadî û edalet ji wan gelan re misoger bibe.

Amîne Xidro her wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan stratejiya vê pêngavê danî, rê li pêşiya gel vekir û bi rêya tevlêbûna bi hezaran ciwanên şoreşger xeta berxwedanê diyar kir."

Amîne Xidro ev li axaftina xwe zêde kir:"Rêbertî dibêje ku pêngava gerîlayan a di 15`ê Tebaxê de avêt pêngava vîn û isbatê ye anku gel ji bo azadiyê biryara têkoşînê da."

Koma Agirî ya girêdayî Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê çend stranên şoreşgertî vegotin û beşdaran govend gerandin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din