Şam û Enqere li Dêrazorê aliyên mezhebî û neteweyî dixin dorê

Odeyên şerê taybet ên dezgehên leşkerî yên Şam û Enqereyê li ser înternetê, kanalên televîzyonan û li ser toreyên tevna civakî, têne birêvebirin. Bi awayekî pisporane 24 saetan dixebitin da ku bandorê li mêjiyê gelê li Dêrazorê bikin da ku li dijî Rêveberiya Xweser derkevin.

Dêrazorê dikeve rojhilatê Sûriyê, li ser çemê Firatê û çemê Firatê wê dike du parçe. Aliyê çepê yê çemê Firatê berdewama çolistana Şamê ye, aliyê rastê yê çem berdewama çolistana Cizîra Sûriyê ye. Cihê wê yê erdnîgariyê pir girîng e. Sînorê wê bi Iraqê re di bin çavnebariya Îranê de ye da ku projeya Kevana Şîe ku Îran dixwaze ava bike, berdewam bike. Ji ber ku ew berdewama ji Iraqê, derbasbûna di Sûriyê û heta Lubnanê de ye da ku navenda xwe li Rojhilata Navîn biparêze.

Girîngiya Dêrazorê ji aliyê aborî  ve dihêle ku bibe cihê ku gelek dewlet çavên xwe berdinê, ji ber ku petrol û gaza xwezayî lê hene ku beşeke mezin ji aboriya Sûriyê ye. Lê piştî şoreşa Sûriyê û derketina piraniya herêmên ji bin serweriya hikumetê, gelek cihên petrolê ji bin serweriya hikumeta Şamê derketin û çeteyên DAIŞ`ê 4 salan ew dagir kirin.

Her kes dizane ku çeteyên DAIŞ`ê zemîna çandî û xizmetguzarî li herêmê hilweşand, gel tirsand, komkujî li dijî wan pêk anîn, zarok kirin leşker, jin ji mafên herî biçûk jî mehrûm man. Ji ber wê jî QSD`ê aliyê rastê ji çemê Firatê rizgar kir. Bi hezeran şehîd ji bo rizgarkirina wê dan û DAIŞ`ê ku xetereya wê li ser tevahî cîhanê hebû, tune kir.

Piştî rizgarkirinê aliyê rastê yê çemê Firatê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê birêvebirin. Ji ber wê çavnebariyê ji ber cihê wê yê stratejîk ji hemû aliyan ve; ax, sînorê wê yê bi Iraqê re, petrol, gaza xwezayî, hwd dest pê kir. Hemû dewlet dixwazin serweriya xwe li ser wê ferz bikin.

Niştecihên Dêrazorê ji eşîrên Ereb pêk tên ku ji zêdetirî 300 salan ve lê bi cih bûne û ji ber girêdana eşîran bi herêmê û rê û resmên ku kelepora çanda wan, ajandeyên hundirîn û derve îro hewl didin aliyê mezhebî û neteweyî bixin dorê. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê ji aliyê QSD`ê ve hatin têkbirin û çawa Rêveberiya Xweser dest bi xebat û birêxistinkirina herêmê kir, ajandeyan dest bi tevgera xwe kir da ku şerê taybet li dijî şêniyan bimeşînin û aramî û ewlehiya wê xira bikin. Hewldanên ku eşîran li dijî Rêveberiya Xweser derdixin û ji bo serweriya rejîma Baasê ya ku qet ji gelê Dêrazorê hez nedikir û her tim ew wek paşketiyan bi nav dikir, alîgirên Sedam Huseyin û xwediyê pirsgirêkanvegerînin.

Ev hemû nakokî li gel şêniyên Dêrazorê ava kirin. Her wiha kirinên bi darê zorê û dîktatorî di nava 43 salên serweriya rejîma Baas de li dijî wan ku şêniyan ji hikumetê tu hezkirin, rêzdarî û aramî nedît. 

Îro em dibînin ku hikumeta Şamê îdiayan dike ku ew dixwaze şêniyên Dêrazorê ji "kesên hatine veqetandin" rizgar bike û îdia dike ku Rêveberiya Xweser projeyeke Amerîkî ji bo dagirkirina herêmê ye û daxuyaniyên Beşar El-Esed hewldaneke ji bo eşîr li dijî Rêveberiya Xweser derkevin.

Şêniyên Dêrazorê baş dizanin ku daxuyaniyên bi vî awayî û vegera hikumetê li herêmê wan dê ne li gorî berjewendiyên wan be. Ji ber ku ew rewşa ewlehiyê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de baş nas dikin, dizanin ku milîs her tiştî bi rê ve dibin û tu rewabûna hikumetê li tevahî herêmên di bin serweriya wan de tune ye. Çawa milîsên Îranê dest bi projeya oxirkirinê kir da ku şerekî mezhebî li herêmê derxin û alîgiran ji xwe re bigire û çeteyên ku di projeyên qirêjî de alîkariya wê dikin, ev hemû ne ji bo oxirkirinê ye lê belê ji bo pere û gelek tiştên din e. Ji ber wê jî me dît ku çawa projeyên hikumeta Şamê bi rêya hedefgirtina şêx û rûspiyên herêmê ku dan û standina bi wan û bi milîsên Îranê re red dikin. Wan şêxan helwesteke wan a erênî ji bo Rêveberiya Xweser hebû.

Ji şêxên ku hatine kuştin, şêxê qebîleya Igêdat Îbrahîm El-Xelîl El-Cidan El-Hefil, şêx Mitşir El-Hefil, berdevkê qebîleya Igêdat Silêman El-Kesar ku yekem kesê pêşwaziya Rêveberiya Xweser li herêmê kir. Ew şêx û rûspî rola wan di birêxistinkirina herêmê de pir mezin bû.

Piştî ku gelek rûspî hatin qetilkirin, hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk ji bo ku fîtneyan çêbikin QSD'ê bi vê yekê tawanbar kir. Her wiha hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk gotin ku amade ne da ku li kêleka şêniyên Dêrazorê li dijî Rêveberiya Xweser serî hildin. Lê yên ku hîştin şêniyên Dêrazorê bikevin nava lepên DAIŞ`ê ew bûn û DAIŞ`ê jî komkujî derheqê şêniyên wê de pêk anîn.

Ev qetilkirin tenê li gorî berjewandiyên Îran, dewleta Tirk û hikumeta Şamê ye, ji ber ku QSD'ê ew qas şehîd nedan ji bo bibe dijminê gelê herêmê û qetilkirina rûspiyên eşîran ne li gorî berjewandiyên wê ne bi taybet ku rûspiyên hatine hedef girtin piştgirtiya Rêveberiya Xweser dike.

Her kes dizane ku di dema desthilata hikumeta Şamê de xizmetên li Dêrazorê tune bûn, her wiha di dema komên dijber û DAIŞ'ê de jî ewlehî û aramî bi carekî tune bû. Lê di dema Rêveberiya Xweser de dest bi projeyên pêşxistina herêmên kirin, nexweşxane û dibistan ava kirin û gelê herêmê xwe bi xwe bi rêve birin û hwd.

Şaneyên girêdayî DAIŞ`ê, hikumeta Sûriyê, milîsên Îranê û ajanên dewleta Tirk bi tevliheviyên xwe hişt ku ewlehiya herêmê kêm bibe, ev jî bi rêya êrişkirina keyasetên ku hewl didan li herêmê civakeke aram û  bi ewle ava bikin û belavkirina dîmenên bê bingeh ku tê de dihat gotin ku Kurd dixwazin herêmê xerab bikin pêk dihat. Her wiha di nava Rêveberiya Xweser de jî ajande belav dikirin û dixwestin projeyan têk bibin û malên welatiyan bidizin, propogandayên xizmeta Îranê û dewleta Tirk dikirin li ser  Facebook, WhatsApp û Telegramê û kesên ku hewldana derxistina fitneyan û parçekirina Kurd û Ereban dikin, dihatin belavkirin û gelê Dêrazorê jî didîtin.

Mînakên der barê vê yekê de; dema ku şaneyên girêdayî wan aliyan  dîmen çêkirin û li ser  YouTube`ê belav kir ku di dîmen de îdîa kir ku ev şervanên QSD`ê ne, li ser milên wan ala PKK`ê heye, li jinan dixin û heqaretê li Ereban dikin, lê di rastiyê  de ev dîmen çêkirîbû û dixwestin fitneyan derxin û rewabûnê bidin êrişên xwe, ji ber kesên ku di van dîmenan de rastî lêdanê dihatin, gotin ku ew ji şêniyên herêma rojhilat in, lê di rastiyê de ev dîmen van pirsan derdixe holê: Kesên ku êriş kirin kî ne? Navên wan çi ne? Çima tu kesî rasterast ev yek negot? Çima navên herêmên xwe û wekî din negotin?

Rêveberiya Xweser piştgiriya rizgarkirina jinan dike û êrişên wiha nayên pejirandin û kesên li hevsera xwe dixin têne cezakirin, îca çawa ku nûnertiya hêzên leşkerî dikin û vê yekê bikin, ji lew ra ajanên dewleta Tirk vê yekê dikin û xwestin eşîran li hemberî hêzan tehrîk bikin.

Armanca şaneyên dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Îranê ji belavkirina dîmenên çêkirî ew e ku baweriya gel bi Rêveberiya Xweser lawaz bike û sînoran bixin navbera gelê Dêrazorê û Rêveberiya Xweser de, her wiha da ku gelê herêmê banga vegera hikumê hikumeta Şamê bike yan jî çeteyên dewleta Tirk bike.

Lê gelê herêmê rewşa herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de dizanin û ne pêkan e ku careke din vê hikumetê qebûl bike nexasim piştî ku milîs destwerdana herêmê dike. Di heman demê de gelê herêmê dê çi çeteyên dewleta Tirk bibînin ku beşdarî şerên li Lîbyayê, Ermenistanê, Somalê û herêmên ku dewleta Tirk hewldana serwerkirina wan dike û ji van şeran ketine lîsteyên terorê yên cîhanê.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk hovîtrîn sûcan pêk tînin, ji wan revandin, talankirin, dizî, tirs û demografiya herêmê diguherin, li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî ku di bin kontrola wan de ye aramî û ewlehî tune ye, wê demê derveyî xerabkirinê, qetilkirin, wêrankirin û ajandekirina ji bo berjewendiyên dewleta Tirk ku destên wê di şoreşê de heye, dê gel çi li cem xwe bibîne? Piştî van êş û azarên ku gelê Dêrazorê dîtine, ajandeyên dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê yên ku xwe wekî şêx an jî nûnerên eşîran dibînin, dixwazin şêniyên herêmê bikin ajan û xizmeta dewleta Tirk û hikumeta Şamê bikin û di çarenûsa ciwanan an jî berjewendiyên eşîrên xwe de nahizirin.

Tekane xema wan ew e ku berjewendiyên xwe biparêzin û fitneyan derxin ji ber ku civakeke bi ewle û aram ava nake û civakê jî pêş naxe, lê banga parçekirin, nakokiyên netewperestî dike, fitneyan di navbera gelê eşîran de derdixe û kesayetên ku alîgirên fikirên Rêveberiya Xweser in dikin armanc.

Şêniyên herêmê ji şerên demdirêj bêzar bûne û aramnca wan aramî û ewlehî ye, tu kes naxwaze sûcên qetilkirin, koçberkirin û şerên ku di encama wan de gel bûne qurbanî dubare bibin. Di dema hikumê hikumeta Şamê de tenê yek xewna gelê herêmê hebû ku ew jî ji bo avakirina pêşeroja xwe derkevin derveyî welat, ji ber ku li Sûriyê pêşeroj tune ye. Mînaka wê jî gelek kesên ku zanîgeh bi dawî kiribûn dibûn pasvan an jî batonçî ji ber ku li herêmê derfetên kar tune bûn.

Îro jî hikumeta Şamê bi rêbazên cuda bi ciwanan dilîze, rêbazekî ku dûrî exlaq û dabên eşîrên Ereban e ku ew jî belavkirina madeyên hişbir e, çavakaniya van madeyan jî hikumeta Şamê û milîsên Îranê ye. Armanca vê kiryarê jî dûrxistina ciwanan ji nava refên QSD`ê û Rêveberiya Xweser e ku hewldana geşkirina ciwanan dikin ji ber ku pêşengên civakê ne, her wiha dixwazin ciwanan bikin ajan û wan li dijî gelên herêmê bidin xebitandin.

Ev diyarde li Dêrazorê zêde berbelav e, sedema vê yekê ji ber gel û rûspiyên eşîran ji xetereya vê diyardeyê û armancên wê nizanin.

Divê mirov behsa helwesta gelê herêma Meyadîn a Dêrazorê ya di dema hikumê Baasê de bike, ku dema şerbet ji bo meyxaneya li bajarên wan dianîn, gel serî hilda, dikan ruxandin û ruxseta ku parêzerê Dêrazorê li ser mohr kiribû dirandin û kiryarên derexlaqên xwe red kirin. Lê îro li Dêrazorê li pêşberî çavên gel bazirganiya madeyên hişbir dike, dibînin ku zarokên wan di nav kiryarên hikumeta Sûriyê û artêşa Tirk de dimînin, lê dîsa jî  bê deng in.

Şerê taybet ê ku li herêma Dêrazorê tê meşandin ne tenê di van aliyan  de hatiye pêkanîn, lê aloziyên xizmetguzariyê yên li herêmê û hewcedariya gel jî hatin keybaskirin. Hikumeta Şamê û artêşa Tirk ajan xistin nava saziyên Rêveberiya Xweser û hewl da ku li herêmê xerabiyan bikin, navê Rêveberiya Xweser xerab bike, parçebûnê di nav Rêveberiyê û gel de çêke ev jî bi rêya diziya pereyên ku ji bo projeyên xizmetguzariya herêmê dihat, diziya parên gel ên mazotê, gaz, sotemenî û firtona wan ji hikumeta Şamê re pêk dihat.

Bê guman ji mafên gel ku dakevin qadan û banga mafên xwe yên rewa bikin, lê hin kesên di nava xwepêşandanan de ajanên hikumeta Şamê û dewleta Tirk in û dixwazin nakokiyan di navbera gelê herêmê û Rêveberiya Xweser de derxin.

Ajanên dewleta Tirk li ser rê disekinin û kamera di destên wan de ne da ku wêneyên erebeyên QSD`ê yan jî yên Rêveberiya Xweser bigirin, piştre li ser torên medyaya civakî belav bikin û îdia dikirin ku QSD`ê digire ser welatiyan û nahêle ku tu kes wêneyên wan parve bike,  ji ber ku ditirsin ku derewên wan eşkere bibin.

Her kes dizane ku ger şaneyên veşartî ne di malan de bin, QSD bi ser malan de nagire, ji ber şaneyên veşartî gefan li ewlehiya herêmê dixwin û sûcan pêk tînin û kesên ku piştgiriya van şaneyên DAIŞ`ê jî dikin, heman kesên ajantiyê dikin û wêneyan dikişînin anku kesên ku tenê li wergirtina pereyan difikirin.

(bx-eh)


Mijarên Din