Samih Şikrî: Em ji bo peydakirina pêwîstiyan ji Lubnanê re dixebitin

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şikrî got Misir ji bo peydakirina pêwîstiyan ji Lubnanê re piştî teqîna li Beyrûtê, dixebite.

Wezîrê karên derve yê Misirm Samih Şikrî di serdana xwe ji Beyrûtê re destnîşan kir ku Misir dê pira hewayî ji bo alîkariyên mirovî ji Lubnanê re û pira deryayî ji bo avakirinê, çêke.

Samih Şikrî tekez kir ku Misir xebatên xwe di hemû aliyan de zêde dike da ku di vê aloziyê de bi gelê Lubnanê re bisekine û wiha dewam kir: "Pespektîfên me hene da ku xebat bi rêya dezgehên hikumeta Misirê were kirin da ku pêwîstiyan ji Lubnanê re di zûtirîn demê de were peydakirin."

Samih Şikrî piştî hevdîtina bi serokê Lubnanê Mîşel Ewn re, wiha got: "Em amade ne bi gelê Lubnanê re bisekinin. Baweriya me heye ku ew ê vê aloziyê derbas bike û li beramerî zehmetiyên ku teqîna benderê çêkir, bisekinin."

 (bx)


Mijarên Din