Samih Şukrî bi şandeya MSD’ê re beriya civîna wezîrên karên derve yên Ereb, dicive

Wezîrê karên derve yê Misrê Samih Şukrî, şandeya MSD’ê bi fermî vexwend lêkolînkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Wezîrê karên derve yê Misrê Samih Şukrî bi şandeya MSD’ê re beriya destpêkirina xebatên cîvîna awarte ya Meclisa Camiyeya Erebî ku îro li dar dikeve, rûnişt. Şande bi daxwaza ji Misrê der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hat vexwendin.

Şande ji hevserokê MSD’ê Riyad Derar, hevseroka rêveber Îlham Ehmed û endamê Meclisa Hevserokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo pêk tê.

Der barê rewşa heyî ya êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, şandeyê agahî ji wezîrê Misrê re raber kirin.

Sîhanok Dîbo ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku piştî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Misrê re der barê piştevaniya Misrê ya berxwedana rewa ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û pişterast kir ku berxwedan li gorî madeya 151’an a mîsaqa Neteweyên Yekbûyî (NY) rewa ye.

Dîbo diyar kir ku wezîrê Misrê got Erdogan bi hincetên derew komkujiyan pêk tîne û mîsaqên NY’yê binpê dike. her wiha jî Dîbo piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker herêmê ber bi xetereyeke mezin û gefên yekser ve dibe.

Wezîrê karên derve yê Misrê ji şandeyê diyar kir ku dê Misr heta ji dest tê parastina yekitiya Sûriyê bike.

Dîbo anî ziman ku di hevdîtinê de rola MSD’ê ya xebatên siyasî hat nîqaşkirin, ku Sûriyê rastî dijminatî û êrîşên derqanûnî û mîsaqên navdewletî tê. Her wiha jî li ser projeya dewleta Tirk û bandora wê ya li ser herêmê, nîqaş hat kirin. MSD’ê bang kir ku divê rola wê ya bingehîn di xebata siyasî ya Sûriyê de hebe.

Sîhanok Dîbo got şandeyê bang li Misrê kir ku hemû hêza xwe giraniya navdewletî de bixebitîne da ku êrîşê rawestîne û divê wezîrên Ereb êrîşê şermezar bikin û biryarên tund û bihêz der barê rewşa heyî de bidin.

Dîbo wiha lê zêde kir: "Di nava nêrînên xwe de cemidandina buro û balyozxaneyên dewleta Tirk ên li dewletên Ereb pêşkêş kir û piştevaniya berxwedana rewa li dijî êrîşên dewleta Tirk pêk bînin."

Dîbo got divê dewletên Ereb hişyar bin ku projeyek bi serkêşiya Erdogan heye ku gefan li tevahî herêmê dixwe û hin dewletên Ereb û di serî de Qeter piştgiriyê didin dewleta Tirk. Ev pirsgirêk jî pêdiviyên xwe bi pêngav û helwestên diyarker ên dewletên Ereb re heye. Divê bizane ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê hê di destpêkê de ye.

(fr)


Mijarên Din