​​​​​​​Şamîran Odîşo: Li Iraq û Hewlêrê kêmasiyeke mezin di sazkirina qanûnên ku jinan diparêzin de heye

Seroka Weqfa Jinan a Iraqê Şamîran Odîşo destnîşan kir ku kêmasiyên hikumetê ji bo sazkirina qanûnên ku jinan biparêzin, bûye sedema zêdebûna asta tundiyê li Iraqê û Herêma Kurdistanê. Her wiha îşaret pê kir ku însiyatîfa wan li Rojhilata Navîn ji bo rêgirtina li pêşiya zêdegaviyên li dijî jinan e da ku zextê bikin ji bo ku jinan bigihînin erkên biryarwergirtinê.

Li Iraq û Herêma Kurdistanê rojane zêdebûna tundiya li dijî jinan mîna dewletên din ên cîhanê têne belgekirin. Ruxmî wê jî ev bûyer ji hêla aliyên têkildar ve nayên şopandin û tu tedbîr ji bo rê li pêşiya wan bê girtin, nayên girtin.

Ji bo têkoşîna li dijî tundiyê li Rojhilata Navîn, kesayet û nûnerên rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn di 2`yê Cotmehê de însiyatîfek bi dirûşma “Têkoşîna li dijî dagirkeriyê û qirkirina jinan, ji bo aştî û ewlehiyê, bi armanca belgekirina sûcên pergalan bi taybet dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan”, dan destpêkirin.

`KÊMASIYÊN HIKUMETAN BÛN SEDEMA ZÊDEBÛNA TUNDIYÊ LI DIJÎ JINAN`

Têkildarî însiyatîfên û pêwîstiyên ku divê di vê pêvajoyê de bêne kirin, Seroka Weqfa Jinan a Reqayê û yek ji beşdarên însiyatîfê Şamîran Odîşo ji ANHA`yê re axivî. Şamîran destnîşan kir ku wan ji ber pirsgirêka di pergala qanûnî de, teror, tundrewî û xurtbûna urf û edatên êlî, sûcên DAIŞ`ê li dijî jinan û zewicandina jinên ciwan di temenê biçûk de, dest bi vê însiyatîfê kiriye.

Şamîran wiha domand: “Gelek sûc li dijî jinan û jinên ciwan têne kirin lê ji ber desthilata baviksalarî nikarin behsa wan sûcan bikin. Kêmsiyeke mezin ji hêla hikumetê ve heye ji bo sazkirina qanûnên ku jinan ji binpêkirina mirovbûyîna wê diparêzin. Gelek sazî gelek têgeh û çandan pêş dixin da ku koletiya jinan bidin sepandin.”

Her wiha Şamîran da zanîn ku li Herêma Kurdistanê Meclisa Bilind a Jinan hate avakirin û qanûna tundiya malbatî jî hate derxistin, lê ev qanûn li gorî ku tê xwestin ne çalak e. Piraniya stratejiyên têkoşîna li dijî tundiyê bê finans in ji ber wê vala dimînin.

Li aliyekî din jî Şamîran bal kişand ser mijara qirkirina komî ya li dijî gelê Êzidî ya ji hêla DAIŞ`ê ve sala 2014`an û revandina bi hezaran jinan û got: “Ruxmî hebûna qanûneke taybet bi qurbaniyên Êzidiyan û erêkirina parlamentoya Iraqê li ser qanûna jinên Êzidî yên rizgarbûyî ji bo ku mafên wan ji bo bidestxistina dabînên madî û manawî, lê em dibînin ku ev qanûn têrê nakin ku encamên neyînî yên revandina jinên Êzidî û komkujiyên ku rastî wan hatine derman bikin.”

Şamîran wiha pê de çû: “Li gorî raporên ku rizgarkirina hejmarên mezin ên jinên Êzidî ragihandî, lê zêdetirî 3 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok in hîna winda ne. Yên mayî ji ber gelek sedeman di nav de yên derûnî û civakî, zehmetiyan di vegerê de dişînin.“

`ÎNSIYATÎF DÊ ASTA TUNDIYA LI DIJÎ JINAN KÊM BIKE`

Derbarê însiyatîfa ku di vê dawiyê de hatiye ragihandin Seroka Weqfa Jinan a Iraqê Şamîran Odîşo got: “Ji ber ku ev însiyatîf nû ye, helbet pêwîstiya me bi demeke bêtir heye da ku wê nîqaş bikin, aso û mekanîzmeyên pêkanîna armancên wê pêş bixin. Em têkiliyan bi tevahiya rêxistinên ku armancên wê li gorî armancên vê însiyatîfê ne, ava dikin.”

Şamîran da xuyakirin ku li gorî derfetan hewl didin armancên însiyatîfê yên ku netewebûnê derbas dike, diyar bikin û binpêkirinên ku li herêmê li dijî azadiya jinan rû didin belge bikin.

Di nav gotinên xwe de Şamîran piştrast kir ku divê hikumet pergala qanûnî ya gendelî çareser bike. Ev pergal cudabûna di navbera her du zayendan de di gelek waran de xurt dike. Şamîran destnîşan kir ku çînên lawaz, jin, zarok û kêmnetew bi awayekî neyînî ji vê pergala gendelî bi bandor dibin.

Di dawiyê de Şamîran Odîşo îşaret pê kir ku divê jin bi dirûşma “Rola çalak a jinan di jiyana siyasî de” bigihêjin cihên çêkirina biryarê û ew li hember gendeliya siyasî, aborî û civakî ya ku rê nade jinan ku bigihêjin rêveberiya siyasî, têbikoşin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din