SANA: Pergala parastinê hedefên dijber bersivandin

Dazgehên çapemeniyê yên girêdayî Rejîma Sûriyê ragihandin ku pergala parastina hawayî ya Sûriyê îro carek din êrîşî sicmên dijber li asîmana Qunêtre şikandin.

SANA‘yê ragihand ku cismên dijber ji aliyê Colanê ve ya dagirkirî hatin û got, pergala parastinê piştî ku cisman herêma ciyawaz di navbera hêzên Sûriyê û Îsraîlê de derbas kirine, kirin hedef.

Li gorî nûçeyan, tê texmînkirin ku ew cism balafirên keşfê bin, dema li ser herêma ciywaz di navbera hêzên Sûriyê û Îsraîlê de û nêzî xaka Sûriyê bû ji aliyê pergala parastinê ya artêşa Sûriyê ve hatin bê bandorkirin.

Li gorî Spuntikê li ser zimanê çavkaniyek leşkerî yê Sûriyê li Qunêtre "Pergala artêşa Sûriyê du cismên biyanî li ser asîman kirine hederf."

Çavkanî wiha doman: "Cismê yekemîn ji ber mihwera çavdêrgehên leşkerên yên Îsraîlê ve li ser lutkeya çiyayê Şêx ji aliyê rojava ve li Colana dagirkirî dihat. Ya din jî ber bi Xan Ernebe-Herfa ve difirî."

Pergala parastinê ya artêşa Sûriyê duh şev roja Înê êrîşên dijber li başûrê rojavayê Şamê şikandin.

(şx)


Mijarên Din