SANA: Pergala parastina asîmanê bersiva êrîşên dijber da

Ajansa SANA‘yê ya rejîma Sûriyê ragihad ku pergala parastin ê ya asîmanî ya rejîma Sûriyê bersiva hedefên "Dijber "li ser asîmanê Şamê da.

Li gorî nûçeya di SANA‘yê de hatiye parvekirin pergala parastina asîmanê ya Rejîma Sûriyê hedefên "Dijber" li asîmanê paytexta Şamê asteng kirin.

Malpera Skynews‘ê jî ji medyaya Sûriyê ragihand ku li Şamê dengê teqînan hatin bihîstin.

Artêşa Îsraîlê di demên berê gelek caran êrîş birine ser bargehên Îranê yên li Sûriyê.


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar