Şandeya akademisyan û rojnamevanên rojavayî  serdana saziya mînhac kir

Şandeya akademisyan, rojnamevan ewropî û amerkî ku 18 kesan pêk tê  ji bo naskirina sîstema perwerdê, serdana saziya mînhac a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şandeya ku ji 18 rojnamevan, rewşenbîr û mafnasên ji gelek dewletên Ewropa û DYA`yê pêk dihat,  îro di saetên sibehê de serdana saziya mînhac a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Amûdê kirin.

Her wiha mamosteyên zanîngehên Amerîka û kesayetên ji nasnameya îranî, Birêtanî û Îtalî jî di nava şandeyê de hebûn û navên wan wiha ne; Prof. Andrej Grubacic, Prof. Targol Mesbah, Eric Forman, Shannon Malloy, Laura Fantone, Ippolita Franciosi, Adrianne Pine, Shannon Clark, Anne Olivia Eldre, Camilla Powell, rojnemevan Dyan Neary, Sabrina Melendez, Connor Hayes, Dija Kerim,  Havin Guneser e.

Şande ji aliyê endamên rêveberiya saziyê Meksep El-Sayah, Xelad Silêman, Ebdullsetar Xelil û xebatkarên saziyê vê hate pêşwazîkirin.

Şandeyê li metiryalên li dibistanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin û her wiha pêşniyarên xwe jî parve kirin.

Her wiha di civînê de, hate gotin xebatkarên vê saziyê de ji Kurd, Ereb û Suryan pêk tên û ev jî nîşaneya pirrengiya sîstemê ye.  

Di heman demê de, li ser şewazên dayîna dersan, meteryalên ku tên bikaranîn û zimanê perwerdê jî nîqaş hatinkirin û endamên saziyên ev tişt gotin: “Jinelojî, civak û jiyan, çand û huner û hwd tên dayîn. Perwerdeyên me de bi zimanê kurdî, erebî û suryanî têne dayîn. Zarok bi zimanê dayîkê tên perwerdekirin, piştî pola çaran êdî dikarin zimanên cûda hilbijêrin. Armanca jî vê ku zarok çanda hev nas bikin.”

Kesen di şandeyê de armanca hatina xwe diyar kirin û gotin: “Me xwest sîstema mînhac ji nêz ve bibînin. Em gelek kêfxweş in ku me ev sîstem nas kir. Her wiha gelek projeyên me têkildarî perwerdekirina zarokan de hene. Em ê vê sîstema perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têxin nav projeyên xwe. Sîstema pewerdê mînakeke girîng e.”

Şande pêşniyara avakirina komeleyek perwerdê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û di nava komeleyê de pêşniyara komîteyeke mînhac kir.

(mk)

ANHA


Mijarên Din