Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihîşt DYA’yê

Şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihîşt paytexta DYA’yê Washingtonê. Şande dê geşedanên dawîn ên herêmê û avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê bi berpirsên Amerîkî re nîqaş bike.

Şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihîşt paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Washingtonê. Şande ji seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriye û çend berpirsên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Şande dê bi berpirsên Amerîkî re gelek dozên girêdayî Sûriyê, ji wan avakirina komîteya destûrî û ewlehiya sînor, nîqaş bike.

Der barê avakirina komîteya destûrî de seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed ji ajansa me re wiha anî ziman: "Avakirina komîteya destûrî ku ji aliyê dewletên Astanayê ve hatiye erêkirin û di lûtkeya sêalî ya Rûsya, Îran û Tirkiyê de hat ragihandin, tu rewabûna wê li gel gelê Sûriyê tune ye, dûrxistina nûnerên 5 milyon gelê Sûriyê ji çareseriya siyasî, dê xetereyên mezin li ser pêşeroja Sûriyê çêke.”

Îlham Ehmed diyar kir ku diyar e kirîn û firotineke nû li Sûriyê çêdibe, ew jî komîteyek li beramberî agirbesta li Idlibê ye û wiha anî ziman: "Lihevkirina ku dixwazin bigihîjinê lihevkirina dewletên ku destwerdana gelê Sûriyê dikin, ne lihevkirina gelê Sûriyê bi xwe ye."

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehemd got doza ewlehiya sînor û lihevkirina der barê herêma ewle de dê ji mijarên sereke be ku bi perpirsên Amerîkî re nîqaş bikin û wiha anî ziman: "Tirkiye doza koçberan wek kaxezeke zextê li ser dewletên Ewropayê bi kar tîne da ku pereyan bigire. Niha jî koçberan bi kar tîne da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Hewl dide 3 milyon koçberên Sûriyê ku li Tirkiyê ne, li ser xeta sînor bi cih bike bi armanca ku nasnameya niştecihên herêmê qir bike û guhertina demografîk pêk tîne. Her wiha Tirkiye hewl dide senaryoya ku li Efrînê pêk hat û pêk tê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hinceta parastina ewlehiya xwe, dubare bike."

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehemed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevahî cîhan xwestek û armancên Tirkiyê baş dizane. Tu gavên ne bi aqil ku Tirkiyê pêk bîne dê bandorê li tevahî dewletên koalîsyon, dewletên Astana û tevahî Sûriyê bike."

(bx)

ANHA


Mijarên Din