Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtin bi KOMEL re kir

Şandeya partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê êvarê li gel Komeleya Rêxistina Kurdistan a Hizba Komunîst a Îranê (KOMEL) civiya

Şandeya partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê êvarê li gundê Zirguwêz yê navçeya Qeredax li  gel Komeleya Rêxistina Kurdistan a Hizba Komunîst a Îranê (KOMEL) civiya.

Şande  ji aliyê Sekreterê KOMEL Îbrahîm Elî Zade ve hatin pêşwazîkirin.

Naveroka civîna herdu aliyan li ser yekrêziya nava hêzên siyasî yên Kurd û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bû.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriye ji 12'ê Hezîranê ve li Başûrê Kurdistanê ye. Li gel partiyên Kurdistanî yên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gelek rêze civîn û hevdîtin pêk anîne. Şande îro bi  Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) re jî civiya.

 


Mijarên Din