Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi rayedarên hikumeta Siwêdê re civiya

Şandeya ji MSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi rayedarên hikumeta Siwêdê re li paytexta Stockholmê civiya û gelek dozên der barê Sûriyê de nîqaş kirin.

Di çarçoveya pêşketina dîplomasî de ya ku Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, li gelek dewletên cîhanê serdan pêk hatin.

Duh şandeya MSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Wezîrê Karên Derve yê Siwêdê Anne Linda, Wezîrê Hundirîn ê Siwêdê Michael Dumberg û balyoz Bear Ornius ê berpirsê dosyaya Sûriyê ya Wezareta Hudnirîn, hevdîtin pêk anî.

 Şande ji Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Abdulkerîm Umer, Berpirsê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekitiya Suryan a Ewropa Metîn Rehawî, Endamê Meclisa hevserokatiya MSD’ê Elî Rehmon û Nûnerê Rêveberiya Xweser a Scandinaviya Şiyar Elî, pêk dihat.

Di hevdîtinan de her du aliyan nêrînên der barê gelek pirsgirêkên li ser rewşa li Sûriyê bi giştî, şerê dawî li herêma Idlibê yê li dijî sivîlan û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet de, nîqaş kirin.

Şandeyê behsa azarên koçberên bi sedema êrişên dewleta Tirk û rewşa mirovahî kir, her wiha bal kişand li ser pêwîstiya pêşkêşkirina alîkariyên ji civaka navdewletî ji şêniyan re.

Lê dosyaya girtiyên çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mijara  herî girîng bû ku li ser hat nîqaşkirin û her wiha li ser xebata siyasî ya li Sûriyê jî hat nîqaşkirin.

Li gorî çavkaniyê ji şandeya hevpar a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevdîtina bi hikumeta Siwêdê re erênî bû û nêzikbûn di gelek nêrînên der barê doz û mijarên ku hatin nîqaşkirin de hebûn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din