Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana HDP‘ê kir

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê kir.

Îro piştî nîvro şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji nûnerên partî, rêxistin û aliyên siyasî hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şaghoz Hesen, serokê Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî, serokê Partiya Çepgir a Kurdî ya Sûrî Mihemed Mûsa, cîgirê serokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Mustefa Meşayix û nûnera Kongreya Star li herêma Kurdistanê Cîhan Xelîl pêk tê, serdana Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kir.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hevserokên Nûnertiya HDP’ê Mûzeyen Gûneş, Abid Îke û çalakgerê greva birçîbûnê û endamê meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Civîna du alî ji ragihandinê re girtî pêk hat. Naveroka civînê ji aliyê hevseroka Nûnertiya HDP’ê Mûzeyen Gûneş û Serokê Partiya Demokratîk a Sûriyê Cemal Şêx Baqî ve bi daxuyaniya çapemeniyê hate eşkerekirin.

Pêşî Cemal Şêx Baqî têkildarî naveroka hevdîtinê axivî û got, “Me di civîna du alî de rewşa giştî Kurdistanê û bi taybet jî Rovajayê Kurdistanê destgirt. Her wiha hovîtiya dewleta Tirk kir û mijara dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê hate nirxandin. Li ser van mijaran jî gelek fikrên me yên hevpar hebûn.”

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê Mûzeyen Gûneş jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û kêfxweşiya partiya xwe ya ji serdana Rojavayê Kurdistanê anî ziman û got, “Şandeyek ku li gelek partî û aliyên cûda yên Rojavayê Kurdistanê pêktên serdana me kir û me civînek hevpar lidarxist. Em vê serdanê ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd weke pêngaveke girîng dibînin.”

 


Mijarên Din