Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana polîtburoya KNK'ê kir

Şandeya partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya tora gera xwe yên li Başûrê Kurdistanê de bi mebesta yekitiya Kurdî, serdana polîtburoya li gel Kongreya Netewî ya Kurdistan ( KNK) a li Hewlêrê kir

Şandeya partiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li Hewlêrê piştî serdana Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê serdana polîtburoya KNK'ê kirin û li gel berpirsên KNK'ê civiyan.

Têkildarî naveroka civînê Berpirsê Karûbarên KNK'ê li Başûrê Kurdistanê Farûq Cemîl axivî û got; "Em bi serdana şandeya Rojavayê Kurdistanê gelek keyfxweş in. Bê guman serkeftinên li Rojavayê Kurdistanê li cem tevayî Kurdan bûye cihê keyfxweşiyê. Bê guman ev serkeftin li ser destê şervanan bû. Ji bona wê divê ev têkoşîn û berxwedaniya wan kirî di rûpelên zêrîn ên dîrokê de werin nivisîn. Ji ber ku ew bûn bi ser dijminê herî hov yê mirovayetiyê de bi serketin."

Li ser navê şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriye jî cîgirê sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Mistefa Meşayix  wiha axivî; "Di van çend rojan de me serdana beşek ji partî û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir. Ew jî di warê yekitiya netewî ya Kurdan de xwedî heman helwesta me ne. Nêrînên me heya astek baş û nêzî hevin."


Mijarên Din