Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Tevgera Goran kir

Şandeya Bakur û Rohilatê Sûriyê ku ji serok û rêveberên partiyên siyasî yên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digirin pêk tê, serdana Tevgera Goran, kir. Di serdanê de mijarên girîngiya yekîtiya neteweyî, yekhelwestiya Kurd û dagirkeriya dewleta Tirk ji mijarên serkeke ku hatin nîqaşkirin.

Şandeya ku ji serok û rêveberên partiyên siyasî yên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digirin pêk tê duh gihişte Silêmaniyê. Şandeyê îro serdana Navenda Giştî ya Tevgera Goran a Silêmaniyê kir. Şande ji aliyê Serokê Tevgera Goran Umer Seyid Elî û çend rayedarên din ên Tevgera Goran hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen daxuyanî da çapemeniyê û wiha got:"Ev qonaxa ku niha Kurdistan têre derbas dibe li har çar parçeyên Kurdistanê qonaxekî girînge. Dijminatî û dagirkeriya dewleta Tirk jî li hemû cihî berdewam e û bandoriyek zêde heye. Pêwîste helwesta Kurdan a li dijî dagirkeriyê wek hev be."

Şahoz Hesen diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê çawa bû, li Başûrê Kurdistanê bi heman awayî ye û wiha pêde çû:"Lewma li kûderê dibe bila bibe, pêwîste em bi helwestekî yekgirtî li dijî êrîşan bisekinin."

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro wê serdana Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî bike û li Başûrê Kurdistanê çend rojan dê hevdîtinan pêk bîne.


Mijarên Din