Şandeya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi PDK'ê re civiya

Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li bajarê Hewlêr li gel Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiya û rê nehate dayîn ragihandin hevdîtinê bişopîne

Li Havîngeha Pîrman a Hewlêrê şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li gel Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiya. Civînê nêzî saetekê berdewam kir.

Li gorî nûçeya di Rojnewsê de hatiye parvekirin, rê nehate dayîn ku civîn ji aliyê rojnamegeran ve were şopandin. Piştî civînê têkildarî naveroka civînê ti agahî nehatin dayîn.

Şandeyek ji partiyên kurdî yên Rojava ku ji hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, serokê Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî, serokê Partiya Çepgir a Kurdî ya Sûrî Mihemed Mûsa, cîgirê serokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Mustefa Meşayix û nûnera Kongreya Star li herêma Kurdistanê Cîhan Xelîl pêk tê.

Şande 5 roje li Başûrê Kurdistanê bi aliyên siyasî re hevdîtina dike û biryare ku çend rojên din jî li Başûrê Kurdistanê bimîne û li gel aliyên din ên siyasî hevdîtina bike. Amanca serdana pêkanîna yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasî ya li ser rewşa heyî, êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye.


Mijarên Din