Şandeya Birîtanî: Tirkiye gefan li ewlehiya herêmê dixwe

Şandeya Birîtanî ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, got Tirkiye gefan  li ewlehiya bi milyonan hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dixwe.

Di çarçoveya serdanên ku şandeya Birîtanî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, roja Çarşemê serdana Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê kir. Şandeyê di serdana xwe de, teqez kir ku Tirkiye gefan li ewlehiya bi milyonan hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Şandeya Birîtanî ji nûnerê Partiya Karkeran perlementer Lioyd Russell ku ew jî wekî serokê şandeya li Bakurê Sûriyê ye, her wiha nûnerên ji Partiya Karkeran a Birîtanî  Simon Deobins, Claire Baker, Ryan Fleger û Ben Norman pêk tê.

Şandeyê serdana Kobanê kir. Şande ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêverberiya Xweser ê Herêma Firatê Enwer Muslim, hevserokê kantona Kobanê Mustefa Îto, seroka Desteya Jin a Herêma Firatê Firyaz Berkel û rêveberên din ve, hatin pêşwazîkirin.

Şandeyê pesna pêşketinên li herêmên Rêveberiya Xweser da.

Di serdanê de, nîqaşa şandeyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Nîqaş derdorê saetekî berdewam kir. Di civînê de, rewşa karê Rêveberiya Xweser di aliyê jinûve avakirin, perwerde û çandiniyê de hate nîqaşkirin.

Serokê şandeyê Lioyd Russell di axaftina xwe de, behsa kampên girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan ku xeteriyeke rasteqîn li ser civaka navneteweyî çêdike kirin. Bi vî awayî serokê şandeyê îşaret bi hewldana Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo peydakirina çareseriyan kir.

Serokê şandeyê diyar kir ku nîvê şandeyê îro çûn kampên ku malbatên DAIŞ`ê de têde ne û ew hêvî dikin ku bighêjin çareseriyê.

Lioyd Russell bal kişand ser ewlehiya sînor  a ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî û QSD`ê bi Tirkiyê re gihîştine lihevkirinekî û got: “Gelek gef li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê hene. Ev gef li ser ewlehî û istiqrara welatiyan in. Ev gef ji aliyê Tirkiyê ve tên kirin û armanc jî têkbirina  ewlehî û istqrara bi milyonan welatiyên herêmê ne.”

Russell tekez kir ku li cem  Koalîsyonê bi tevahiya dewletên ku jê pêk tê, di nav de Birêtanya adahiyên girêdayî dîroka dijminahiya dewleta Tirk ji gelê Kurd re hene û wê wiha domand: "Em dizanin ku Tirkiye çawa şerê Kurdan dike û çawa desteka lojistîk û leşkerî daye DAIŞ’ê. Niha jî çawa hewl dide ku hêviyên gelê Kurd tune bike. Koalîsyona Navdewletî û dewletên Ewropayê li hember daxwazên Tirkiyê yên dubarekirî ji bo êrîşkirina herêmên ku ji DAIŞ`ê rizgar bûne mamayî mane. Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî herêmên derdorê wek herêmek ewle tê hesibandin."

Russell gotinên xwe wiha berdewam kir: "Di hevdîtinên me de, me dît ku çawa Rêveberiya Xweser û QSD`ê dixwazin bighêjin aştiyê berovajî Tirkiyê ya ku dixwaze vê herêmê wêran bike. Hêzên Sûriye Demokratîk ji sînor vedikişe. Ev vekişandin ji daxwaza Rêveberiya Xweser û QSD`ê da ku bighêjin aştiyê tê."

Di dawiyê de Russell got: "Ji ber wê divê civaka navdewletî makenîzmeya ewlehiyê biparêzin û rola xwe bilîzin da ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ewlehiya herêmê tehdîd neke."

Şandeyê di serdana xwe ya li Kobanê de, serdana muzexaneya Kobanê tevî malbatên efrînî yên ku ji neçar mane ji kantona Efrînê di encama êrîşa Tirkiyê de derketine bike.

ANHA


Mijarên Din