Şandeya HDP û KCD’ê gihîşt Başûr

Şandeya HDP û KCD’ê, bi armanca ku rêzhevdîtinên bi rayedarên Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî re, hat bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê..

Şandeya ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelli, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Cigîra Koma HDP’ê ya Parlamentoyê Fatma Kurtulan û Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nazmî Gur pêk tê, di van kêliyan de gihîşt balafirgeha Hewlêrê.

Şande li balafirgehê ji aliyê Parêzgerê Hewlêrê Newzad Hadî, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê (Batman) Feleknaz Uca ku ev çend roje li Başûrê Kurdistanê ye û Hevserokên Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş û Abid Îke ve hat pêşwazîkirin.

Şandeya ku Feleknaz Uca, Muzeyen Guneş û Abid Îke jî tevlî bûn, ji bo hevdîtina bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesut Barzanî re, ber bi bajaroka Mesif a Hewlêrê ku ofîsa Barzanî lê ye ve, birê ket.

Di çarçoveya serdana herêmê de şandeya HDP û KCD’ê wê sibe jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê pêk bîne. Her wiha dê li Hewler û Silêmaniyê jî rêzehevdîtinan pêk bînin.


Mijarên Din