Şandeya HDP/KCD’ê bi Nêçîrvan Barzanî re rûnişt

Şandeya HDP û KCD’ê di çarçoveya ziyareta xwe ya li Başûrê Kurdistanê de, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re rûnişt.

Şandeya HDP û KCD’ê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelli, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ku duh hatibûn herêmê, îro jî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Şande li Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî, Berpirsê Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî, Berpirsê Îdareya (Fermange) Pêwendiyên Karên Derve ya Hikûmet Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî, Berpirsê Pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê Ebdulselam Reşîd, Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê PDK’ê Elî Hisên ve hat pêşwazîkirin.

Di pêşwazîkirinê de Barzanî xêrhatina endamên şandeyê kir û hevî kir ku serdanên wan baş û bi encam derbas bibin. Piştî pêşwazîkirin û xêrhatinê, hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dom dike.

Şande wê saet di 12.00’an de jî bi Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê re hevdîtinê pêk bîne.

Şandeya HDP û KCD’ê duh jî bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesud Barzanî, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan û nûnertiya KNK’ê re hevdîtin pêk anî bû.


Mijarên Din