Şandeya herêma Qamişlo serdana gundên lêhî lê rabûye kir

Şandeyek ji Meclisa Kantona Qamişlo û Meclisa Herêma Qamişlo serdana malbatên li Til Hemîsê yên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine, kiritin û daxwazên wan guhdar kirin.

JI bo şopandina rewşa şêniyên Til Hemîsê yên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine, şandeyek ji Meclisa Kantona Qamişlo, Meclisa Herêma Qamişlo û navçeyên girêdayî wê "Qamişlo Rojava, Qamişlo Rojhilat, Amûdê, Tirbespiyê, Til Birak, Til Hemîsê" serdana gundên navçay Til Hemîsê yên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine kirin. Piştî serdana endamên şandeyê li navçeya Til Hemîsê civiyan û mekanîzmeya alîkardayînê nîqaş kirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Afram Îshaq anî ziman ku piştî serdanê ji ajansa me re aixvî û got "Hîna li hin gundan ev 17 roj in lehî ye, gund asê bûne û şênî nikarin tevbigerin û pêwîstiyên xwe bi cih bînin."

Îshaq anî ziman ku ji roja yekemîn a lehiyê komîteya awarte hate avakirin û ev tişt anî ziman" Em wekî Rêveberiya Xweser me bi derfetên xwe alîkar pêşkêş kir, lê em nikarin pêwîstiyên rojane bi cih bînin, di heman demê de me alavên giran şandin da ku rê vekin. Li aliyekî din jî me keştî peyda kirin da ku nan ji şêniyan re bişînin."

Afram Îshaq di dawiya axaftina xwe de got: "Piştî lehî kêm bibe, dê şaredarî xizmetê pêşkêş bike, rêyên girtî sererast bike û ji bo salan bê tedbîr bigire."

ANHA


Mijarên Din