Şandeya ji Ewropa û Amerîkayê serdana gundê Jinwar kir

Şandeya akademisyen, rewşenbîr, hiqûqnas û rojnamevanên Ewropî û Amerîkî serdana gundê Jinwar ê li navçeya Dirbêsiyê kir.

Şande ji 18 akademisyen, rewşenbîr, hiqûqnas û rojnamevanên ji Amerîkayê û gelek dewletên Ewropayê pêk dihat îro serdana gundê Jinwar ê li navçeya Dirbêsiyê kirin û rewşa niştecihên wê ji nêzîk ve şopandin.

Şande ji  mamosteyên zanîngehên Amerîka û kesayetên ji nasnameya îranî, Brîtanî û Îtalî jî di nava şandeyê de hebûn û navên wan wiha ne; Prof. Andrej Grubacic, Prof. Targol Mesbah, Eric Forman, Shannon Malloy, Laura Fantone, Ippolita Franciosi, Adrianne Pine, Shannon Clark, Anne Olivia Eldre, Camilla Powell, rojnemevan Dyan Neary, Sabrina Melendez, Connor Hayes, Dija Kerim,  Havin Guneser e pêk tê.

Şande li gundê Jinwar ji aliyê jinên gund ve hat pêşwazîkirin. Paşê li hemû beşên gund geriya.

Endama Komîteya Avakirina Gundê Jinwar Nojîn sîstema gund ji şandeyê re da nasîn û bersivê pirsên şandeyê li ser armanca avakirina gund, kesên lê dimînin, navê gund da. Nojîn anî ziman ku navê gund ji du peyvan pêk tê, jin û war. Hevjînên şehîdan û jinên ku kesî wan tinene li gund dimînin, jinên li gundê Jinwar bi keda xweser a çandiniyê û xwedîkirina sewalan bi cih tînin.

Piştre şandeyê berî da Akademiya Jinwar û sîstema li wir nas kir.

Tê payîn ku şande dê sibe serdana Akademiya Şehîd Rizgar a Gaziyên Şer ya li bajarê Dêrikê bike.

ANHA


Mijarên Din