Şandeya jinan a Îtalî serdana Rêveberiya Jinan a Reqayê kir

Şandeya jinan a Îtalî serdana xwe berdewam dike. Şandeyê îro serdana bajarê Reqayê kir da ku ji nêz ve rewşa jinan û xebatên wan piştî rizgarkirinê nas bike.

Piştî ku şandeya jinan a Îtalî ya ku ji 5 endamên tevgerên jinan ên Îtalyayê pêk tê (Julia, Letitia, Simona, Adly, Jia ) serdana xwe ji Kobanê, Cizîr, Minbic û Eyn Îsayê bi dawî kir. Berê xwe da bajarê Reqayê. Şandeyê serdana Rêveberiya Jinan kir û bi endamên rêveber ên rêveberiyê re civiya. Her wiha gelek mijarên girêdayî rewşa jinên Reqayê dema DAIŞ`ê de û piştî rizgarkirinê, rewşa jinan di dema niha de, awayên birêxistinkirina xwe û birêvebirina karên xwe nîqaş kirin.

Serdana şandeya Îtalî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berdewam e û dê 20 rojan bidome. Şande ji serdanê veguhestina fikrê perwerdekirin û edyolojiya ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî wê dimeşin û astên ku bi rêya birêxistinkirin û karê di tevahiya waran de armanc dike.

Girêdayî serdanê endama şandeyê Simona ji ajansa me re axivî û diyar kir ku çapemenî wêneya jinan li Sûriyê berovajî niha ji raya giştî re ragihandibû, ku ew kole ye û nikare li derve kar bike û wiha domand: "Lê tişta ku me li Kobanê, Cizîr û Reqayê dîtiye berovajî wê wêneyê bû. Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt astên pêşketî ji rizgarî, rêxistikirin û pêşketina fikrî. Ji ber wê cihê xwe di tevahiya saziyan de girt."

Piştî bidawîbûna serdana şandeyê ji Reqayê re, şande serdana saziyan kir. Tê payîn ku şande serdana akademiyan bike da ku rêbazên perwerdeyê di akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de  nas bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din