Roja Şemiyê (3’yê Kanûnê) şandeyeke Katalonya gihîşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi rayedarên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongra Star a Qamişlo û Komeleya Efrînê ya Civakî ya li Qamişlo re hevdîn kirin.
Şandeyê îro jî serdana Komîteya Koçberên Serêkaniyê ya li navçeya Amûdê kir.
Şandeya bi seroketiya parlamenter Ruben Wagensberg û cîgirê wî Mark Barbacil ji aliyê endamên komîteyê Ciwan Îso, Şêrwan Lalê, Mihemed Etiye û Anahîta Sîna ve hat pêşwazîkirin û di hevdîtinê de bal li ser rewşa koçberên Serêkaniyê hat kişandin.
Şandeyê piştgiriya xwe ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberên Serêkaniyê re nîşan da.
Di hevdîtinê de berxwedana gelê herêmê di nava şert û mercên giran mîna qutbûna avê, kehrebeyê, ambargoya li herêmê, êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin nîqaşkirin.
Ruben Wagensberg destnîşan kir ku ew ê deng û peyamên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihînin konsolosxaneya Spanyayê û têkildarî sûcên li dijî jin, zarok û tevahî gel pirsan ji wan bikin.
Şandeyê di dawiya hevdîtinê de diyar kir ku ew ê ji bo pêkanîna projeyên hatine nîqaşkirin bixebitin.
(mh)
ANHA