Şandeya partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Başûr dike -HAT NÛKIRIN

Şandeyeke nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çû Başûrê Kurdistanê. Şande dê bi armanca avakirina yekrêziya Kurdan serdana partî û rêxistinan bike.

Şandeya ji nûnerên partiyên siyasî yên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digirin, îro çû bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê.

Şande dê çend rojan li herêmê bimîne û di çarçoveya avakirina yekrêziya kurdî de serdana partî û rêxistinên kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê bike.

Têkildarî mijarê nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb diyar kir ku armanca serdanên şandeyê, di vê pêvajoya hesas de avakirina yekdengî û yekrêziya Kurdan e.

Silêman Ereb destnîşan kir ku di serdanan de dê helwesta li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser destkeftiyên Kurdan û gelek mijarên din gotûbêjan bikin û da zanîn ku serdan dê sibe li Silêmaniyê dest pê bikin û piştî hevdîtinên li vir, dê li Hewlêrê berdewam bikin.

Li gorî çavkaniyan ku şande ji Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, sekrêtêrê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî, Sekretêrê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Mihemed Mûsa Mihemed, Serokê Hevgirtna Kurdî li Sûriyê Mustefa Meşayix û Nûnera Kongreya Star Cîhan Xelîl, pêk tê.


Mijarên Din