Şandeya partiyên Rojava bi polîtburoya YNK’ê re civiya

Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro serdana polîtburoya YNK’ê kir. Peyama hevbeş a şandeya Rojava û YNK’ê, “Eger em yek bin em ê bi hêz bin, eger parçe bin wê lewaz bin.”

Şandeya partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistanê serdana mekteba siyasî ya YNK’ê kirin. Şande li gel Alîkarê Serokê giştî yê YNK’ê Kosret Resûl civiya.

Şandeya Rojavayê Kurdistanê ji rêveber û serokên partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê pêkhatiye. Di nava şandeyê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen jî heye.

Mijarên sereke yên şandeyê jî yekîtiya neteweyî ya Kurdan û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Kurdistanê ye. Li ser vî bingehî şandeya Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi YNK’ê re civiya. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Endamê Şandeyê û berpirsê Giştî yê Partiya Demokrat ya Kurdên Suriyê Cemal Şêx Baqî têkildarî encama hevdîtinê û mijarên hatine nîqaş kirin agahî da Rojnews’ê.

Cemal Şêx Baqî diyar kir ku di civînê de dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê hatiye nirxandin û van agahiyan da: “Me di civînê de êrîşên dewleta Tirk nirxand ku ev êrîş ne tenê li dijî PKK’ê tên kirin, di heman demê de li ser pêşmergeyane jî. Bi taybet jî li dijî ew destkeftiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanêne. Dixwazin bi van êrîşan daxwazên me yên azadî û demokrasiyê tûne bikin.”

Cemal Şêx Baqî li ser helwesta YNK’ê jî wiha axivî: “Ji bo rewşa niha helwesta YNK’ê jî gelek nêzîk ya me ye. Helwestekî erêniye û pêşketineki berçav heye. Berê jî YNK’ê xwedî helwestek diyar bû. Lê li gor me ev yek ne bes e. Pêwîste hîn zêdetir kar û xebat bê kirin.”

Şandeya Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê wê 3 rojan li Herêma Kurdistanê bimînin û wê bi tevahî partî û aliyê siyasî yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re bicivin. Armanca şandeyê avakirina yekîtiya Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ye.

Her wiha wê mijara dagirkeriya dewleta Tirkiye jî yek ji mijarên din ên sereke yên guftûgoyê bin.

Şandeyê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh jî li gel Tevgera Goran û buroya Pêywendiyên YNK’ê û berpirsên wê partiyê pêk anîbû.


Mijarên Din