Şandeya Rojava serdana taziyeya Şêx Mihemed Kesnezanî kir

Şandeya ji nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ya Herêma Kurdistanê serdana taziyeya Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî kirin û hevxemiya xwe gihandin malbata Rêberê Terîqeta Qadirî.

Danê êvarî li Silêmaniyê şandeya ji nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ya Herêma Kurdistanê serdana taziyeya Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî kirin û hevxemiya xwe gihandin malbata Serokê Terîqeta Qadirî.

Şandeya Rojavayê Kurdistanê bi germî ji aliyê malbata Şêx Mihemed Kesnezanî û Şêx Nehro yê Cîgirê Şêx Mihemed ve hat pêşwazîkirin.

Endamên şandeyê di taziyeyê de hevxemiya xwe ji bo Şêx Mihemed Kesnezanî diyar kirin û gotin ku ew xwedî li peyama aştiyê ya Şêx Mihemed a ji bo Kurdistanê û bi giştî herêmê derdikevin.

Şêx Nehro jî ji bo serdanê şande spas kir û anî ziman ku ew piştgiriyê didin xebatên aştîxwazî yên li Rojavayê Kurdistanê.

Endamên şandeyê paşê mezelê Şêx Mihemed Kesnezanî ziyaret kirin û fatîhe xwendin.

Rêberê Terîqeta Qadirî Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî 4’ê Tîrmehê li Amerîkayê koça dawiyê kiribû.

Çavkanî: Roj News


Mijarên Din