Şandeya rojavayî li Zanîngeha Rojava semîner da

Şandeya ku ji 18 akademîsyen, rojnameger, rewşenbîr û hiqûqnasan pêk tê ku ji gelek dewletên Ewropa û DYA’yê ne, li Zanîngeha Rojava li ser hin mijaran semîner dan.

Şandeya ku ji 18 rojnamevan, rewşenbîr û mafnasên ji gelek dewletên Ewropayê û DYA`yê pêk tê, îro li Zanîngeha Rojava li ser mijarên zanista civakî, jineolojî û zayenda civakî û cureyên berxwedanan semîner dan.

Mamosteyên zanîngehên Amerîkayê û kesayetênji nasnameya îranî, brîtanî û îtalî jî di nava şandeyê de hebûn û navên wan wiha ne; Prof. Andrej Grubacic, Prof. Targol Mesbah, Eric Forman, Shannon Malloy, Laura Fantone, Ippolita Franciosi, Adrianne Pine, Shannon Clark, Anne Olivia Eldre, Camilla Powell, rojnemevan Dyan Neary, Sabrina Melendez, Connor Hayes, Dija Kerîm û Havîn Guneser.

Şagirtên zanîngehê, rewşenbîr û rojnamevan jî tev li semînerê bûn.

Mijara rizgarkirina ji disîplînê ya zanistên civakî Prof. Andrej Grubacic, mijara jineolojî û şoreşa mirovahiyê Dr. Camilla Power, mijara zayenda civakî û cureyên berxwedanan ji aliyê Prof. Laura Fantone ve hatin dayîn.

Prof. Andrej Grubacic têkildarî rizgarkirina ji disîplînê ya zanistên civakî, diyar kir ku zanistê di civaka şaristanî de dest pê kiriye û got: “Di avakirina civakê de zanist li ser beşên azadiya jinan, ekolojî, demokrasiye ye. Ev jî niha li Rojavayê Kurdistanê li ber çav e.  Zanista azadiya jinan jineolojiyê li Rojava xurt dibe. Ev jî tê wateya zanista jinan li vir dimeşe. Şoreşa jiyanê bi avakirina azadiya jinan re dê pêk were. Şoreşa li vir sîstema dewletan û neteweperestan dûr û li ser zanista civakê dijî. Rojava ji bo cîhanê dibe hêvî û modeleke nû.”

Dr. Camilla Power li ser jineolojî û şoreşa mirovahiyê axivî û got: “Jineolojî rêbazeke zanistî ye. Piştî ku kapîtalîzmê jin xistin qefesê, peyama ‘Hûn nikarin xwe azad bikin, êdî bendên we di destê me de ye’ digotin. Lê şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê ji hişmendiya kapîtalîzmê re bû bersiv. Bi pêşengiya jinan mirovahî tê avakirin.”

Prof. Laura Fantone jî li ser mijara zayenda civakî û cureyên berxwedanan diyar kir ku berxwedana jinan beşek ji cureyên berxwedanê ye û got: “Wekî gelek jinên ekolojîst û femînîst em dikarin hin zêdetir yekitiya xwe xurt bikin û her çi qas êrîş li ser jinan hebin, em dîroka xwe ya hevpar ji bo azadiyê biparêzin.”

(mk)

ANHA


Mijarên Din