Şandeya rojavayî serdana Kongreya Star û Girê Mozan kir

Şandeya akademisyen û rojnamevanan serdana Kongreya Star û Girê Mozan ê dîrokî kirin. Di serdanê de Foza Yûsif diyar kir ku siberoja Efrînê siberoja Sûriyê ye. Akademîsyên Manuel Schwab jî ji ber neparastina warên dîrokî UNESCO rexne kir.

Şandeya ku ji 18 rojnamevan, rewşenbîr û mafnasên ji gelek dewletên Ewropa û DYA`yê pêk dihat,  serdana endama kordînasyona Kongreya Star Foza Yusif kirin û çûn Girê Mozan ê dîrokî.

Şande ji bo nasîna pergala perwerde û netewa demokratîk beriya du rojan hatiye Rojavayê Kurdistanê. Îro piştî serdana Saziya Meteryalan serdana Foza Yusif kirin û çûn serdana Girê Mozan ê dîrokî.

Şande ji  mamosteyên zanîngehên Amerîka û kesayetên ji nasnameya îranî, Brîtanî û Îtalî jî di nava şandeyê de hebûn û navên wan wiha ne; Prof. Andrej Grubacic, Prof. Targol Mesbah, Eric Forman, Shannon Malloy, Laura Fantone, Ippolita Franciosi, Adrianne Pine, Shannon Clark, Anne Olivia Eldre, Camilla Powell, rojnemevan Dyan Neary, Sabrina Melendez, Connor Hayes, Dija Kerim,  Havin Guneser e pêk tê.

Şande destpêkê serdana Desteya Karûbarê Derve ya Herêma Cizîrê kirin. Piştre serdana Kongreya Star kirin û bi endama Kordînasyona Kongre Star Foza Yûsif re hevdîtin kirin.

Foza Yûsif pêşwaziya şandeyê kir û destpêkê xebatên Kongrya Star ji şande reparve kirin û got: “Kongreya Star ji destpêkê ve heya niha gelek gavên dîrokî avetin. Di nav şer de li dijî hemû êrîşên li ser hişmendiya baviksalarî li ber xwe da. Helbet zehmetiyên vê hebûn lê hêza jinan ev zehmetî şikenand. Mînak destpêkê di saziyan de pergala hevserokatî nedihat qebûlkirin. Bi famkirin û şîrovekirinê re hemû saziyên me li ser pergala hevserokatî dimeşin. Ev ji bo civakakê ku her dihat fetisandin de gelek girîng û serkeftin e.”

‘Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê divê dagirkeriyê Tirkiyê li bo dawî bibe’

Foza Yûsif pirsên şande li ser netewa demokratik da û got: “Kurd, Ereb, Ermen, Suryan di saziyên Rêveberiya Xweser bi xwestek kar dikin. piştî şerê DAIŞ mixabin gelek herêm hatin hilweşandin. Di encama biratiya gelan de herêm bi hevkarî ji nûve hatin avakirin. Em herî zêde li ser xebatên avakirinê de dixebitin.  Di nava 7 salên derbasbûyî de me hem xebatên avakirin, pêşxistina pergala rêveberiyê hem jî li dijî DAIŞ şer meşandin.”

Foza Yûsif tekildarî dagirkirina Efrînê re jî got: “Siberoja Efrînê bi siberoja Sûriyê re giredayî ye. Aloziya li Sûriyê berdewam dike. Di çaresereriya Sûriyê de divî cihên ku ji aliyên dewleta Tirk vê hatina dagirkirin bên rizgar kirin.”

Şande piştî wê berê xwe dan warê dîrokî Girê Mozan.  Şande ji aliyê Hevserokê Desteya Şûnwaran ya Herêma Cizîrê Amar Ehmed ve hatin pêşwazî kirin. Ehmed dîroka Girê Mozan ku dîroka wî vedigerê beriya zayînê hezarsala sisiyan ji şandeyê re parve kir.

‘UNESCO hewildana gelê herêmê di parastina dîrokê de nabîne’

Girê Mozan di mîrateya cîhanê ya UNESCO’yê de cih digire. Lê heya niha ji aliyên UNESCO ‘de tu xebat nehatine kirin. Tekildarî parastina Girê Mozan yek ji endamê şandeyê akademîsyên Manuel Schwab ji me re axivî û diyar kir ku Girê Mozan ji bo dîrokê gelek girînge û got: “Gelê herêmê din av şer û rewşek gelek dijwar de hewildaye ku warê dîrokî bipareze. Lê mixabin UNESCO wê hewildana gelê herêmê nabînê. Di vegerê de heger banga parastina warên dîrokê yên li Rojava teybet Girên Mozan nekin evê bibe berpirsyartiya me. Em ê UNESCO ji ber neparastina warên dîrokî de rexne bikin.”

Şande heya 17 vê mehê wê li Rojavaye Kurdistanê bin û tê payîn ku sibe tevlî Kongreya Damezrandina Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin û serdana gundê Jinwar bikin.

(mk)

ANHA 


Mijarên Din