Şandeya rojavayî  û zanîngeha Rojava hevpeyman îmze kir

Şandeya rojavayî di navbera zanîngeha Kalîforniya û zanîngeha Rojava, Akademiya Mezopotamya de hevpeymana xuşik û biratî û îmze kirin.

Şandeya ku ji 18 rojnamevan, rewşenbîr û mafnasên ji gelek dewletên Ewropayê û DYA`yê pêk dihat gera xwe ya Rojavaye Kurdistanê bi îmzekirina hevpeymana xuşik û biratî û ya di navbera zaningeha Kalîforniya û zaningeha Rojava, Akademiya Mezopotamya bi dawî kirin.

Mamosteyên zanîngehên Amerîkayê û kesayetên ji nasnameyên îranî, brîtanî û îtalî jî cihê xwe di nava şandeyê de digirin. Navên wan wiha ne: Prof. Andrej Grubacic, Prof. Targol Mesbah, Eric Forman, Shannon Malloy, Laura Fantone, Ippolita Franciosi, Adrianne Pine, Shannon Clark, Anne Olivia Eldre, Camilla Powell, rojnemevan Dyan Neary, Sabrina Melendez, Connor Hayes, Seth Holmes, Dija Kerîm û Havîn Guneser.

Îmzekirina hevpeymanê bi torenekê li zaningeha Rojava destpê kir. Nûnerên Rêveberiya Xweser, mamoste û şagirtên zaningehê di torenê de amade bûn.

Destpêkê,  naveroka hevpeymanê hat parvekirin. Hevpeymana di navbera her du zaningeha de wê 5 salan dewam bike. Li gorî hevpeymanê her du zanîngeh dê agahî, zanist, teknîk û akademîsyanan parve bikin. Li ser berjewendiyên hevbeş, semîner, sempozyum pisportiyê de bi hevre veguhêzin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo diyar kir di ku hatina şandeyê ji bo wan serbilindiyek mezin e û spasiya şandeyê kir.

‘Li ti deverên cîhanê Şoreşa Rojava demokratîk tine ye’

Prof. Andrej Grubacic diyar kir ku hatina wan derfetek gelek mezin bû û got: “Siberoja xwe me li vir nas kir. Şoreşa Rojava şoreşek ji dil pêk hatiye ku civakê ji serî heya bînî digûherine. Perwerde di Şoreşa Rojava de ji bo guhertin û veguhertinê bingeha sereke ye. Perwerdeya bi rêya civakê û ji bo civakê tê kirin. Li vir jî perwerde ji bo  demokratîk, konfedaralîzm  û Xweseriya Demokratîk ye. Di cîhanê de ti cihê din wekî Şoreşa Rojava demokratîk tine ye. Em ê hewl bidin ku vê şoreşa me li vir naskiriye bi hemû cîhanê re parve bikin. ”

Hevpeyman ji aliyên hevseroka Zaningeha Rojava Rohan Mihemed, Prof. Andrej Grubacic, Rêveberiya Akademiya Mezopotamya Dîcle Elî vê hat îmzekirin.

Piştî îmzekirinê ji aliyê hevseroka zaningehê Rohan Mihemed plaket diyarî Prof. Andrej Grubacic hat dayîn.

‘Hevpeyman dê bibe bingeha avakirina civakan’

Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa diyar kir ku hatina şandeyê di demek wiha de tê wateya ku şoreşa Rojava bala hemû kesî dikşînê û got: “Bi teybet kesên ku dixwazin civakê biguherîn wekî akademisyenan şoreşa Rojava bala wan dikşîne. Şoreşa Rojava bi gavên leşkerî û bidayîna hezaran şehîdan pêk hatiye. Şoreşa Rojava ne tenê bi aliyê leşkerî ve tê nasîn, di heman demê ji aliyê perwerde û guhetina civakê jî tê nasîn. Yek ji bingeha perwerdeyê zaningeh e.  Em dixwazin ev hevpeymaniya me îmze kir di avakirina civakek azad de bibe bingehek mezin.

Em bi hêvîne ku serdanên wiha berdewam bike. Ev hevpeyman ji bo her du aliyan bi wate ye. em dixwazin ji tecrûbeyên zaningeha Kalîforniya sûd bigrin, di heman demê de dê ew jî ji sîstema me ya demokratik sûd bigrin.”

Piştî îmzekirina hevpeymana xuşik û biratiyê ya di navbera her du zaningehan de, ji endamên şandeyê Sabrina Melendez tekildarî şoreşa Rojava re sitran nîvisand û xwend.

Serdana şandeya rojavayê bi kişandina wêneyeke giştî bi dawî bû.

(mk)

ANHA

 


Mijarên Din