Şandeya Siwêdê bi desteyên Rêveberiya Xweser re civiya

Şandeya Siwêdê bi nûnerên Desteya Tenduristî û Buroya Kar û Barên Mirovî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Şandeya Siwêdê ji bo ku rewşa herêmê di aliyê tenduristiyê de û pêwîstiyên wê bişopîne serdana Buroya Kar û Barên Mirovî û Rêxistinan û Desteya Tenduristiyê  kir.

Şandeya Siwêdê ya ji serokê şandeyê, nûnerê taybetî yê dosyaya Sûriyê di Wezareta Karên Derve ya Siwêdê de Per Ornius, berpirsiyarê dosya mirovahî û alîkariyê li Wezareta Karên Derve ya Siwêdê  Thomas Marcus û berpirsê rêxistina hukumeta swêdî ya bi navê" Sida Lucy ", pêk dihat, bi serok Buroya Kar û Barên Mirovî û Rêxistinan Ferhad Hemo û cîgirê wî Samî Dendel re hevdîtin kir.

Nûnerên Buroya Kar û Barên Mirov hejmara rêxistinên navnetewî û komeleyên xwecehî yên ku herêmê kar dikin, cihê ku lê belav dibin û asta xizmeta ku pêşkêş şêniyên herêmê dikin, her wiha pêwîstiyên Rêveberiya Xweser bi alîkariyên ji bo kampan dest nîşan kirin.

Piştre şandeya Siwêdê serdana Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa û cîgirê wê Mehmûd Abdullah re civiya.

Dr. Ciwan Mistefa ji şandeyê re bal kişand ser zehmetiyên ku herêmê di qada tenduristiyê de dikişîne, xemsaziya rêxistinên tenduristiyê yên cîhanî û yên navneteweyî di pêşkêşkirina alîkariyan  ji saziyên tenduristiyê yên girêdayê Rêveberiya Xweser û xizmeta welatiyan de.

Mistefa got: "Pêwîstiya herêmê bi desteka tenduristiyê heye, nemaze ku pandemiya vîrusa koronayê li cîhanê belav bûye û derfetên tenduristiyê li herêmê kêm in. Ji ber wê pêwîste rêxistinên tenduristiyê li gorî vê rewşê tevbigerin."

Têkildarî encamên hevdîtinê, cîgirê heveserokatiya Desteya Tenduristiyê Mehmûd Abdullah ji ANHA'yê re axivî û got: "Me astengtiyên li pêşiya qada tenduristiyê li herêmên Baku û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kir. Giraniya nîqaşan li ser mijara Covid-19 û astengiyên ku di vî warê de têne kişandin bûn."

Abdullah her wiha got: "Me nêrîna xwe ya derbarê rêgazên şandina alîkariyên tenduristiyê de ji şandeyê re got. Bi rastî nêrînên hevbeş derektin û şandeyê daxwazên me fam kirin. Me rewşa zehmet a tenduristiyê de û rêbazên pêşxistina qada tenduristiyê baş bi wan da famkirin."

Mehmûd Abdullah diyar kir şandeya Siwêdê got ew ê destekê bibe hin rêxistinên li herêmê kar dikin da ku raste rast bi têkilî bi Rêveberiya Xweser re çêbikin bêyî ku li hikumeta Şamê vegerin.

Şandeya Siwêdê berî da navçeya Amûdê, li gorî bernameya wê dê nûnerên Meclisa Rêveber û Meclisa Qanûsaz a herêma Cizîrê re bicive.

ANHA


Mijarên Din