Şandeya Siwêdê bi nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dicive

Şandeya Siwêdê vê êvarê bi nûnerên Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiye. Senherîb Bersûm teqez kir ku di civînê de makenîzmeya pêşxistina kar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û danîna projeyênpêşerojê ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji QSD û Rêveberiya Xweser re hatin nîqaşkirin.

Îro vê sibehê şandeyek peyabilind a Siwêdê bi rêya deriyê Sêmalka derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Şande ji nûnerê navneteweyî yê Siwêdî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz, berpirsê dosyaya Sûriyê yê wezareta derve ya Siwêdê Cariwan Weinbach, berpirsê bernameya alîkariyê ya cîhanî (SIDA) BRIDANCE û şêwirmenda qanûnî Afîn Çitîn pêk hat.

Şande li bajarê Qamişlo ji aliyê serokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û berdevkê Fermî yê Daîreya Têkiliyan Kemal Akif ve hat pêşwazîkirin.  

Di serdanê  de şandeya Siwêdê bi nûnerên 26 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya û civînek ji çapemeniya re girtî li dar xist.

Partiyên beşdar ev in: Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Nûkirin a Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê, Partiya Muhafizkaran, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî), Desteya Niştîmanî ya Ereb, Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Asur ya Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Veguhestin-Sûriyê, Desteya Tensîq a Niştîmanî-Tevgera Guhertin a Demokratîk, Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm ji ajansa me ANHA‘yê re behsa civînê kir û got şandeyê bi partiyên siyasî re awayên pêşxistina kar bi giştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin bi taybet piştî tunekirina DAIŞ`ê ji hêla QSD`ê ve nîqaş kirin.

Bersûm da zanîn ku şandeya Siwêdî pêwîstiya beşdarkirina tevahiya aliyan û pêkhateyan di rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de teqez kir û her wiha duqatkirina xebatê ji bo biserxistina rêveberiya xweser û pêxistina wê ji bo xizmeta şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm destnîşan ku şandeya Siwêdî soza pêşkêşkirina destekê ji tevahiya partiyên siyasî re daye, dê daxwazên wan bighînin hikumeta Siwêdî û dê werin nîqaşkirin da ku bighêjin çareseriyên guncew ji bo pêşxistina rewşa jiyanî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Tê payîn ku şande îro bi rêveberiyên Kongreya Star re were ba hev.

(şx)

ANHA


Mijarên Din