Şandeya Siwêdê li gel QSD‘ê civiya

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku têkoşîna wan a tinekirina çeteyên DAIŞ‘ê û hucreyên wê yên veşartî berdewam e. Ebdî daxwaz ji hikûmeta Siwêdê kir ku roleke cidî ji bo rawestandina gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilîze.

Şandeya Siwêdê ya ev du roj in li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, piştî serdana Mala Birîndarên Şer a li bajarê Qamişlo li navenda Têkiliyên QSD‘ê ya li bajarê Qamişlo li gel fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re hevdîtin kir.

Şandeya ji nûnerê navneteweyî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz, berpirsê dosyaya Sûriyê di wezareta derve de ya Siwêdê Cariwan Weinbach, berpirsê bernameya alîkariyê ya cîhanî (SIDA) BRIDANCE û şêwirmenda qanûnî Afîn Çitîn û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Siwêd û Skendeneviya Stêr  Kurdaxî pêk dihat li navenda Têkiliyên QSD‘ê ya li bajarê Qamişlo ji aliyê fermandaêr Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî, endama fermandariya YPJ‘ê Newroz Ehmed û hejmarek fermandarên YPJ û QSD‘ê ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de nûnerê navneteweyî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz spasiya QSD‘ê kir ku kedeke mezin di tinekirina terorê de da û berxwedana wan bi "Qehremanî" bi nav kir. Ornioz got: "Serdana herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, şopandina rewşa li vir ji nêz ve û teqezkirina li ser destekdayîna Siwêdê bi hêzên leşkerî û rêveberiya xweser a herêmê pêwîstiyek bû."

Bar Ornioz kêfxweşiya xwe bi sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a hemû pêkhatyên herêmê di nav xwe de dihewîne û xebatê wê yên di nava rewşên şer û dorpêçê de an ziman û destnîşa kir ku dê desteka xwe ya bi rêveberiyê û QSD‘ê re dewam bikin.

Piştre, fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî îşaret bi zehmetiyên di şer de dikşînin û wiha anî ziman: "Em nû ji şer derketin, lê operasyonên me yên leşkerî li dijî şaneyên DAIŞ a terorîst berdewam e, ku metirsiyek mezin li ser ewlehiya herêmmê û dewletên derdorê û yên rojavayî ye."

Ebdî her wiha got: " Di operasyonên me yên leşkerî yên li dijî şaneyên DAIŞ'ê yên li herêmê de zoriyên mezin tên jiyîn. DAIŞ ne pirsgirêka sereke ye, lê gelek zehmetî û astengî derdikevin, ji wan gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyekî ve û gefên rejîma Sûriyê ji aliyekî din ve. Ev gefanan temenê şaneyên li herêmê mane dirêj dike û prosesa tinekirina wan zehmet dike."

Mezlûm Ebdî, balkişand ser xebatên doplomasî yên Koalîsyona Navdewletî û got: "Koalîsyona Navdewletî hewl dide bighêje çareseriyekê ku hemû alî jê razî bin û pirsgirêkên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê de ji holê rake. Em jî dixwazin lihevkirineke çêbibe, çi di navbera aliyên Sûrî de be û çi jî ji bi Tirkiyê re be.  Ji aliyê Koalîsyona Navdewletî ve kedeke mezin ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera herêmê û Tirkiyê de tê kirin. Em bi awayekî mezin girîngiyê didin çareseriya siyasî ya aştiyane ya dûr bijêreka leşkerî."

Ebdî di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji şandeya Siwêdê kir ku roleke cidî di çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê de bilîze û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî çareseriyan bike û lihevkirineke di navbera herêmê û Tirkiyê de peyda bike, da ku gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sînor bike.

Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser xalên girêdayî çawaniya piştevaniyê bi hêzên leşkerî, tinekirina şaneyên DAIŞ‘ê û destekdayîna lojistî, siyasî û xizmetguzarî li herêmê nîqaş kirin.

Piştî hevdîtinê şandeyê berî da qesra mêvandariyê ya li navçeya Amûdê.

Tê payîn ku şande dê sibe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkve.

ANHA


Mijarên Din