Şandeya Siwêdê serdana Rêveberiya Xweser a Cizîrê û Mala Birîndaran kir

Şandeya Siwêdî îro serdana Rêveberiya Xweser û Mala Birîndaran kirin. Şandeyê makenîzmeya karê saziyên Rêveberiya Xweser nas kir û soz da ku tevahiya cureyên destekê ji gaziyan re pêşkêş bikin.

Şandeyê Siwêdî di gera xwe de îro bi her du meclisên Rêveber û qanûnsaz ya herêma Cizîrê re civiya. Şande ji nûnerê navneteweyî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz, berpirsê dosyaya Sûriyê di wezareta derve de ya Siwêdê Cariwan Weinbach, berpirsê bernameya alîkariyê ya cîhanî (SIDA) BRIDANCE û şêwirmenda qanûnî Afîn Çitîn pêk hat bi tevlibûna nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Siwêd û Skendeneviya Stêr  Kurdaxî.

Şande li navenda  Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo ji hêla  hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yûnis û Nezîre Gewriye, cîgirê hevserokatiyê Elî El-Kiûd, hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a herêmê Hisên Ezam û Arya Mihim, cîgirê hevserokatiya Ilham Metliye, her du şêwirmendên hevserokatiya Meclisa Rêveber Dîlber  û Mizgîn Ehmed tevî gelek endamên her du meclisan hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de her du alî kêfxweşî û serfiraziya xwe bi hev du anîn ziman. Her wiha maknezîmenya xebatên her du meclisan diyar kirin û behsa astengî û zehmetiyên şênî dikşin kirin, bi taybet piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber bang li şandeyê kir ku pêwîste piştgiriya siyasî ji herêmê re mîna ya leşkerî pêşkêş bikin, alîkariya herêmên wêrankirî bikin û barên Rêveberiyên Xweser sivikin bikin.

Piştre şandeyê berê xwe da Mala Birîndarên Şer a bajarê Qamişlo kir. şande ji hêla endamên rêveber ên Mala Birîndarên Şer û hejmarek birîndar ve hate pêşwazîkirin. Piştî wê her du alî civînek ji çapemeniyê re girtî li dar xist. Di dawiya civînê de çavkaniyek ji Mala Birîndaran  tekez kir ku şandeyê soz daye ku daxwazên birîndaran bighînin welatê xwe û hewl bidin tevahiya cureyên destekê ji birîndarên ku di şerên li dijî DAIŞ`ê de birîndar bûne bikin.

Tê payîn ku şande bi fermendarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî re were ba hev.

(şx)

ANHA


Mijarên Din