Şandeya Siwêdê soza piştgiriyê da Rêveberiya Xweser

Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê got: "Nûnerên Wezareta Derve ya Siwêdê teqez kirin ku hikumeta Siwêdê dê desteka siyasî di qada navnetewî wekî Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî de pêşkêşî Rêveberiya Xweser bike. Her wiha got hikumeta Siwêdê dê destekdayîna bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bidomîne."

Şandeya Siwêdê piştî hevdîtina bi desteyên Rêveberiya Xweser re, vê êvarê serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê kir ku, navenda wê li navçeya Amûdê ye.

Şande ji aliyê Hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê û Telhet Yûnis, cîgirê wan Elî El-Giûd û şêwirmenda hevserokatiyê Cîhan Xelîl ve hate pêşwazîkirin.

Herdu aliyan rewşa herêmê, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê, rewşa mirovî ya ji ber êrişan û koçberan nîqaş kirin. Piştre civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Têkildarî encamên civînê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê ji ANHA'yê re axivî û got: "Serdana şandeya Wezareta Derve ya Siwêdê ji bo Meclisa Rêveber berdewama têkiliyên dualî ye, her wiha ji bo teqezkirina desteka hikumeta Siwêdê ya ji Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê mirov û siyasî de pêk hat."

Nezîra Gewriyê destnîşan kir ku şandeya Siwêdê diyar kir ku hikumeta Siwêdê dê desteka siyasî di qada navnetewî wekî Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî de pêşkêşî Rêveberiya Xweser bike û dê desteka rêxistinên xwe yên mirovî bike da ku di xizmeta şêniyên herêmê de alîkariya Rêveberiya Xweser bike.

ANHA


Mijarên Din