Şandeya Tevgera Feminist a Îtalyayê serdana Minbicê kir

Şandeyek ji Tevgera Feminist a Îtalyayê serdana Meclisa Jinan a li bajarê Minbicê kir.

Îro, şandeyek ji Tevgera Feminist a Îtalyayê bi armanca naskirina sîstema rêxistinî ya jinan serdana Meclisa Jinan a bajarê Minbicê kir.

Şande ji aliyê endamên Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarê wê ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de herdu aliyan rewşa jinan li herêmên dema dagirkirina çeteyan û piştî wê, rêxistinbûyîna jinan di nava saziyan de nîqaş kirin.

Berdevka Fermî ya Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarên wê Îbtîsam Ebdulqadir qala kar û xebatên meclisê kir û anî ziman ku jinan di demeke kin gavên mezin avêtin û di nava saziyan de him sivîl û him jî leşkerî roleke pêşeng lîstin.

Tê payîn ku şandeya Tevgera Femînist dê serdana hemû saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

ANHA


Mijarên Din