Şandeyekê bi boneya Serhildana 12’ê Adarê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûr kir

Bi boneya salvegera 16`emîn a Serhildana Qamişlo şandeyek ji rêxistinên civaka sivîl û akademîsyenan serdana nivîsgeha nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê kir.

Bi boneya 16`emîn a Serhildana Qamişlo ku di 12`ê Adara 2004`an de dest pê kir, şandeyek ji rêxistinên civaka sivîl û akademîsyenan serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê kir.

Şande ji Dr. Hawcîn Mele Emîn, Şoreş Xidir, Dr. Hekîm, Kurdistan Kurdistan û Şikar Heme Emîn pêk dihat. Şande ji aliyê nûnera Rêveberiya Xweser a Herêma Kurdistanê Norşan Hisên û endamên desteya rêveber a nûnertiyê Silava Silêman, Fethulah Huseynî û Cawidiyan Hesen ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de behsa rewşên siyasî û leşkerî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin.

Her wiha şehîdên Serhildana 12`ê Adarê hatin bibîranîn û bal kişandin ser girîngiya xurtkirina rihê şoreşger û şikandina metirsiyên ku ji aliyê rejîma Baas ve di nava 40 salî de hate kirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din