Şandeyek birîtanî bi nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir

Şandeyek payebilind a brîtanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi rayedarên wê re hevdîtin pêk anîn.

Şande ji parlementer, Konseya Lords, partiyên siyasî yên brîtanî, nûnerên sendîqeyên karkeran serdana avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk ku li navçeya Eyn Îsayê ne kir.

Şade ji 13 kesan pêk dihat, endamê Parlenemtoya Brîtanî yê Partiya Karkeran Lloyd Russell Mouille, endamê parlenamtoyê ji Partiya Muhafizkaran Adam Holaway, nûnerên Partiya Kekerên Brîtanya Lord Morris Klasman, Simon Dobbins, Ben Norman, Claire Baker, Ryan Falger, Aaron Mert, Dan Spage, Bambus Karlamps, Crispin Blunt û Ramadan Tunc pêk dihat.

Destpêkê şande serdana Meclisa Sûriyeya Demokratîk kir, li vir ji aliyê Hevseroka MSD‘ê Emîna Omer û cîgira wê Nûjîn Yûsif, endamê Buroya Têkiliyan Ferhad Hemo û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Dada ve hate pêşwazîkirin.

Emîna Omer got, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her qadan de serkeftinên mezin bi dest xistin û destnîşan kir ku hewcedariya herêmê bi destekda zêde ya siyasî û leşkerî heye. Emîna her wiha got ew hêviya pêşerojeke siyasî ji herêmê re dixwazin.

Hevseroka MSD‘ê Emîna Omer got, tekane li gel MSD‘ê projeya çareserkirina aloziya Sûriyê heye, her wiha bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li hemberî herêmê û projeya demokratîk.

Endamên şandeyê jî pirsên xwe ji endamên MSD‘ê kir. Li ser pirsa pêşniyara Tirkiyê ya bicihkirina penaberên Sûriyê li herêmê Emîna Omer anî ziman ku ew vê pêşniyarê red dikin û got, Tirkiyê bi vê yekê hewl dide demografyaya herêmê biguhere.

Nûnerê Partiya Karkeran a Brîtanya Morris Klasman got: "Em piştgiya we dikin. Em dizanin ku Tirkiyê êrîşî kurdan dike, me serdana Kobanê kir û dît çawa Tirkiyê destek dida rêxistinên terorîst. "

Morris Klasman anî ziman ku Partiya Karkeran a Brîtanyayê destekê dide Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û anî ziman ku wekî partî wan rojeke li ser federaliya demokratîk lêkolîn kirin. Klasman got, ew destekê didin vê projeyê û div sînoreke ji zêdegaviyên Tirkiyê re bê dayîn.

Beşdaran mijara doza DAIŞ‘iyên  girtî û çawaniya avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina wan û pêwîstiyên avakirina vê dadgehên gotûbêj kirin.

 Hevserokê MSD‘ê Hikmet Hebîb jî bal kişand li ser xeterî û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê.

Ji aliyê xwe ve Nûjîn Yûsif qala rola jinê ya di têkoşîna li dijî çeteyan û rola wê ya di avakirina Rêveberiya Xweser de kir.

Şaneya Brîtanî her wiha serdana avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û li gel hevserokên Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş, cîgirên wan Hemdan El-Ebd û Emel Dada, nûnerên Daîreya Têkiliyên Derve û Rêveberê Buroya Hevserokatiya Meclisa Rêveber Mihemed Keino  hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de kar û xebatên rêveberiyê di warê jinûve avakirin, perwerde û çandiniyê de hatin nîqaşkirin.

El-Mihbaş îşaret bi destekdayîna kêm a navdewletî ji bo Rêveberiya Xweser kir û got rêxistinên navdewletî tenê ji sedî 10 alîkariyê ji bo ji nûve avakirina dike.

Her wiha rewşa kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kêmbûna derfetên rêveberiyê ji bo koçberan û xeteriya malbatên DAIŞ‘î yên di kampa Holê de hatin nîqaşkirin.

Şandeya Brîtanî di dawiyê serdanê de daxuyaniyek li pêşiya çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Îro şandeyek ji Partiya Hakim, Partiya Muxalif û akademisyen ji Brîtanyayê hevdîtin bi aliyên Rêveberiya Xweser kir, hevdîtin bi encam bû.

Me bi berfirehî rola herêmê di şer û tinekirina DAIŞ‘ê de nîqaş kir. Em minetdar in û têgihiştin ku pêwîste brîtanî û ewropî fedekariyên ku hatin dayîn nas bikin.

Me bi firehî behsa girîngiya domandina operasyonên li dijî tundrawîtiyê kir,  her wiha me qala pêwîstiya jinûve avakirina dibistan û nexweşxane û avakirina demokrasiyê di civaka sivîl de kir. Ya herî girîng a ku em piştgiriya wê dikin ew e ku divê rê neyê dayîn  ku DAIŞ û rêxistinên din ên tundraw dîsa vegerin ku hewl bidin aştî, demokrasî û edaletê xirab bikin.

Her wiha em bi berfirehî  li ser edalet û reformê axivîn. Em brîtanî em ê di destekdayîna bi dostên xwe û hevalbendên xwe bidomînin.

Em hêvî dikin ku ev serdan bibe destpêkê têkiliyên domdar."

Tê payîn ku dê şande hevdîtin bi fermandarên QSD‘ê re jî bike.

ANHA


Mijarên Din