Şandeyek ji Ewropayê serdana MSD`ê û Rêveberiya Xweser kir

Şandeya ji Ewropapyê ku duh gihîşt Bakurê Sûriyê, serdana navenda Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê kir û bi berpirsan re civiya û gelek dozen girîng nîqaş kirin.

Duh hejmarek ji parlamenter, lêkolînerên ewropî û rojnamevan Thomas Seifert ê di rojnameya Wiener Zeitung de dixebite, bi rêya deriyê sînor Sêmalka, gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şandeyê dest bi gera xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Destpêkê şandeyê serdana Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê kir.

Şande li navenda MSD`ê ji aliyê hevseroka Meclisa MSD`ê Emîna Umer, cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber Hikmet Hebîb, endamên Buroya Têkiliyan Ferhad Ehmê, Jiyan Mele, endama Meclisa Rêveber Leyla Qehreman û hevseroka Navenda Têkiliyên Derve Emel Dada ve hat pêşwazîkirin.

Şande ji endamê Parlamentoya Ewropayê Josef Weidenholzer, cîgirê serokê Partiya Sosyalîst a Demokratîk, cîgirê serokê Partiya Sosyalîst di Parlamentoya Ewropaêy de Rebecca Campbell û rojnamevan Zeitung Thomas Seifert pêk tê.

Di serdanê de şandeyê gelek dozen girêdayî herêmê, bi taybet tunekirina terorîstan bi temamî, gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çareserkirina aloziya Sûriyê di aliyê siyasî de hatin nîqaşkirin.

Her wiha şandeyê di nîqaşên xwe yên bi berpirsên MSD`ê de îşaret bi tecrubeya Rêveberiya Xweser, tevlêbûna hemû pêkhate û gelê herêmê û nûnertiya wan di nava hemû saziyên rêveberiyê û MSD`ê de kir.

Şandeyê kêfxweşiya xwe bi tecrubeya Rêveberiya Xweser diyar kir. Serokê şandeyê di nava nîqaşên xwe de destnîşan kir ku Tirkiye aştiyê li herêmê asteng dike. Her wiha tekez kir ku divê ji nû ve diyalog bi hikumeta Tirkiyê re werin kirin da ku nerehetiyê kêm bike û wê îqna bike ku bi MSD`ê re li hev bikin da ku aştî li herêmê pêk were.

Serokê şandeyê Josef Weidenholzer îşaret bi avakirina dadgeha navdewletî ji bo darizandina malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku li dijî mirovahiyê sûc pêk anîne, kir. Her wiha tekez kir ku divê aliyê Ewropayê dest bide avakirina dadgehê mîna Dadgeha Nurnbergê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn.

Paşê şandeyê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhialtê Sûriyê kir. Şande di serdanê de bi hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid Mehbaş û Bêrîvan Xalid re civiya. Hevserokatiya Rêveberiya Xweser şêwazê kar û xebatê û erkên ku divê pêk bîne ji wan re diyar kirin.

Hevserokatiya meclisê behsa rewşa xizmetguzarî, destekftiyên Rêveberiya Xweser ên piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê bi dest xistine, kir.

Josef Weidenholzer jî di axaftina xwe de tekez kir ku ew wek ewropiyan erka wan e ku destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku hemû pirsgirêk û zehmetiyên ku rastî wan tên, derbas bikin. Her wiha got sedema serdana wan ku nas bikin çawa alîkariyê ji Rêveberiya Xweser û MSD`ê re pêşkêş bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serdana şandeyê dê 2 rojan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din