Şandeyek ji Meclisa Sûriya Demokratîk serdana kampa Holê kir

Ji bo şopandina rewşa kesên li kampa Holê dijîn, Meclisa Sûriya Demokratîk şandeyek şand kampa Holê. Şandeyê soz da ku rewşê ji rêxistinên navdewletî re ragihînin.

Îro şandeyek ji Meclisa Sûriya Demokratîk serdana kampa Holê ya ku dikeve rojhilatê Hesekê kir .

Şande bi armanca şopandina rewşa kesên li kampê dijîn çû kampê. Şandeyê diyar kir ku dê rewşa kampê ji ragihînin, rêxistinên navdewletî.  Şamde bi rêveberiya kampê re civiyan.

Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk ji"Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Dîrar û Emîna Omer, Cîgirên Hevserokê Meclisê Kibraîl Şemûn û Mecdolîn Hesen, Seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed, Cîgira Seroka Desteya Rêveber a Meclisê Nûjîn Yûsif, Hevserka Karûbarên Mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zozan Alûş û Hevseroka Buroya Rêxistinî a eclipseê Leyla Qehreman" pêk dihat.

Şande ji aliyên"Gerînendeya kampên kantona Hesekê Macîda Emîn, şêwermenda rêveberiya kampên girêdayî herêma Cizîrê Rojhat Alî, hevseroka rêveberiya kampa Holê Hemrîn Hesen û endamên meclisa rêveber a kompê" hat pêşwazî kirin.

Piştî pêşwazîkirina şandeyê, her du alî li hev civiyan.

Di civînê girêdayî hêjmara kesan, rêxistinên aktîf ên dixebitin û asta bersivdayîna wan ji rewşên mirovî re yên li kampê her wiha çareyên guncaw da ku xizmetek baştir ji şêniyên li kompê dijîn re bikin hat gotobêjkirin.

Têkildarî mijarê şêwirmandê rêveberiya kampên li herêma Cizîrê Rojhat Alî ji şandeyê re diyar kir ku hejmara kesên li kampê zêdetirî 72 hezar kes e û got: “Piraniya wan jin û zarok in, her wiha pêwîstiya  kampê bi xismetê heye. Ji ber di demên dawîn de hejmarek mezin li kampa Holê bi cih bûne û em ji vê yekê re ne amade bûn. Her wiha li paşguhkirina rêxistin û komeleyên ku li kampê dixebitin hişt ku ev yek azartir bibe. Paşguhkirinek mezin di aliyê tenduristiyê de heye, rêxistinên teduristiyê  xizmetên tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş nakin, her wiha Heyva Sor a Kurd ji ber fîşara hejmara kesên li kampê bi cih dibin, baş bi erka xwe ranabin.”

Piştî gotobêjên di cîvînê de, şande bi rêveberiyê re li kampên koçber û malbatên çeteyan, her wiha kampên penaberên Sûrî û yên koçberên Iraqî jî geriyan.

Dema serdanê de û bersivdayîna nûçegiha ajansa ANHA`yê têkildarî serdana şandeyê û armanc jê, hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Dîrar wiha got:"Em wek Meclisa Sûriya Demokratîk bi vê serdanê rabûn, da ku ji nêz ve rewşa li kampê heyî, şopandina daneyan û gihaştina serjimariya bi hêmin bişopînin û em ragihînin aliyên navdewletî û ewlehiyê yên peywendîdar in".

Dîrar wiha axaftina xwe dewam kir:"Hejmara kesên li kampê bi cih bûne zêde bûye, em jî vê yekê dibîn, niha hejmar gihaştiye 73 hezarî ji kesên Sûrî, Iraqî û kesên biyanî, ji ber vê yekê pêwîstî bi xizmetê heye, ev jî em ê bi rêya ragihandina rewşa heyî, da xizmeteke baştir were pêşkêş kirin çareser bikin."

Piştî serdana kampê serdana nuqteyên tenduristiyê yên girêdayî Heva Sor a Kurd kirin, da ku rewşa tenduristiyê û xizmetên pêşkêş dikin bibînin.

Hêjayî gotinê ku serdana şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk ji kampa Holê re ya yekem e ji dema ku kamp di sala 2016`an de, ji aliyê  Rêveberiya Xweser a kantona Hesekê hatiye vekirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din