Şandeyeke Amerîkî yê payebilind serdana Rêveberiya Xweser kir

Îro di saetên sibê de şandeyeke Amerîkî bi serkêşiya William Robak serdana berpirsên di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di serdanê de gelek mijarên girêdayî herêmê hatin nîqaşkirin.

Îro di saetên sibê de şandeyeke Amerîkî serdana berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şêwirmendê Amerîkî yê taybet di hêzên Koalîsyona Navnetweyî de William Robak û hejmarek ji berpirsên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ji aliyê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, Ebid Hamid Mehbaş, cîgira wan Elîzabêt Gewriye ve hatin pêşwazîkirin.

Li gorî nûçegihanê me diyar kir ku di serdanê de gelek mijarên girêdayî herêmê û hevkariya di navbera her du aliyan de hatin nîqaşkirin.

Agahiyên berfireh tên…

(bx)

ANHA


Mijarên Din